Ticker

10/recent/ticker-posts

DI ROJA ME YA ÎRO DE PÊŞENGTIYA JIN


Serdema ku em têde jiyan dikin, êdî bûye serdema hêzên global yên cîhanî. Her hêzek ketiye pey ka wê çiqas bi hêztir bibe, ketine nava şerê sermayedariyê. Di nava vî şerî de jî dixwazin civakê li gorî berjewendiyên xwe birêve bibin. Bê gûman ev sîstema ku bi pergala mêrsalar ya li ser hîmê netew-dewletan xwe sazûmankirî, bi rêve diçe. Ji nirxên civakbûn û mirovahiyê dûr ku di nav de hişmendiya zilamsalar bi aqilê analîtîk yê serwere, li ser malbat, jin û xwezayê xwe daye avakirin. Weke ku malbat ji bo xwe kiribe dewletoka biçûk, ji vêya bigire heta digihe sîstema parlementer, serokwezîr û artêşê ev kiriye pergalekî netew-dewletî. Di nav de wekî jin bibe xwedî gotin yan jî di rêveberiyê de cihbigirin nehêlaye. Ji bo hêza jin bide reşkirin, hemû hêza xwe bikar tînin.

Di nava pergala xwe de navê jin, hebûna jin qebûlnakin. Ji ber ku dizanin jin hêza afrêner ya ku bi hezaran salin ji dîroka mirovahiyê re pêşengtî kiriye. Bê gûman ev ne tenê bi gotinê, dîroka mirovahiyê bi hezaran salin şahidiya vê pêşengtiyê kiriye. Jin weke sosyologa yekem, bijîşka destpêkê, xwezanasa destpêkê, afrêner û xwedawenda pîroz ya ku civak li derdora wê komdibû û birêve dibir, niha ketiye nav pencên pergala kapîtalîst ya ku bi hişmendiya zayendperest a zilam. Di nasnameya hebûna jin bixwe de afrênerî heye û hêza wê ya ku bikaribe civakê li derdora xwe kombike û jêre pêşengtî bike heye. Ev yek di zanist û baweriyê de jî derdikeve pêş. Bê gûman ev herdû lingên girîng, bi hezaran salin mirovahiyê xwe li ser daye avakirin. Mirov dikare vêya bi sedan mînakên şênber jî bide îspatkirin.

Ji jina şîfager ya ku ji giyayan derman peydadikir û nexweşî çareserdikirin, çawan ku weke jina naletkirî bi gotina ku şeytan ketiye di ruhê wê de, bi hezaran jin di bin navê ‘Nêçîra Pîrebûkan’ de dan qetilkirin û ji civakê dan afarozkirin. Jina ku di civakê de bûyî pêşeng ‘Hypatiya’ bi awayekî hovane dan qetilkirin. Bê gûman weke risteke ku ji dîrokê heta îro xwe dide dûbarekirin. Mînaka ku îro li Afganistanê tê jiyankirin ji berxwedaniya heman hişmendiyê yê. Serdema qaşo pêşketî, mirovahî di hemû aliyan de xwe lê nûjen dikin çawa ku dibe ji xwendina jinan bitirse? Ji ber ku heyîna zilamê zayendperest yên xwedî hişmendiya qiral-xudayên dîrokê yên di roja îro de li ser karin.

Li aliyekê di bin navê modernîteyê de jinê weke mertal ango wekî amûrek ya reklamê û zarok anînê di nava malê de bide pêş û vêya jî weke ku jin pê raziye dide nîşandan. Mixabin jinên ku ji vê hişmendiyê di halê xwe de mayî û razî bûyîn jî êdî bi demê re derdikeve pêş. Jinên ku xwe li gor wan sazûman dikin û ji rastiya heqîqeta xwe ya jin bêne dûrxistin, li gorî wan jinên baş û pêşketîne. Jina ku li gorî cewhera xwe rasteqîne û xwe birêve dibe, bê gûman raste rast dibe armanca vê sîstemê. Bi taybet di serdema îro de, di paradîkmaya Rêber Apo de gelek jinên cîhanê xwe têde dîtin û li dora fikirê Rêber Apo yê ku jinê dike lingek sereke yê paradîkmayê kom dibin. Mirov dikare bêje ku jinên cîhanê êdî têkoşîn û berxwedana gerîlayên jin yên Kurd ji bo xwe mînak digirin. Ev ji Zîlanan heta Arînan ku xwe gihandî şoreşa Rojava û ji wir jî xwe gihand serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi navê ‘Jin Jiyan Azadî’ de şikil girtî. Em dikarin bêjin ev rista serhildana jinên pêşeng di roja îro de jî berdewame. Hêjayî gotinê ye ku di serhildana herî dawî ya li Hindîstanê de jî di bin navê ‘Jin Jiyan Azadî’ de berdewam dike û mirov dikare bêje ku ev bûye sembolek ji bo jinan di hemû qadên jiyanê de. Ji zanistê bigire heta siyaset û qada civakî jî, êdî jin bi vê nasnameyê xwe rêxistin dikin. Her wiha sîwana vê rêxistinbûn û xwe naskirinê êdî dibin zanista ‘Jineolojî’ de rengê xwe girtiye û ji bo hemû jinên li rastiya heqîqeta xwe digerin re bûye hêvî. Rastiya ku cihê jin lê rêxistinkirî be, reng û cewherê civakbûnê jî lê avadibe.

Bêrîvan Kaya 

Yorum Gönder

0 Yorumlar