Ticker

10/recent/ticker-posts

WEXTÊ WELATPARÊZIYA MAME RÎŞE YE

 


Sal 1953’ê ye, li gundê Taleban ê bajarokê Çemçemalê zarokekî pir delal tê dinê. Weke gelek malbatên Kurd, ew jî ji malbateke cotkare. Ji ber vê yekê dilsozê ax û warê xwe mezin dibe. Bi zarokatiya xwe re karê şivanî û cotkariyê dike. Rêncbereke ji bo debara malbata xwe. Lê welatê wî dagirkirî ye û şerekî giran lê heye. Ne tenê li welatê wî, li erdnîgariya lê mezinbûyî her û her êş û azareke mezin heye. Ew jî dibe xemxurê vê êş û azarê, 1973’yan berê xwe dide Filistînê û di berxwedana gelê Filistînê de cihê xwe digire. Di şer de birîndar dibe û piştî li Sûrî tê dermankirin, li warê xwe vedigere. Rejîma Baas zilmeke mezin li gelê Başûrê Kurdistanê dike. Ew jî di şer de bûye xwedî tecrûbe û dixwaze bibe pêşmergeyek, lê ev daxwaza wî tê redkirin. Li ser vê yekê biryarê dide ku herêma lêye bi tena serê xwe jî be biparêze. Piştî hewldan û lêgerîneke demdirêj, ji xwe re kalaşnîkofekê peyda dike û bi tena serê xwe tevdigere. Ev lehengiya wî nav û deng dide li herêmê, bala xelkê herêmê diçe ser û her kes qala wî dike. Rejîma Baas hewl dide gundên herêma Germiyanê bixe Ereb ango bi guhertina demografiyê qirkirinê pêkbîne. Ew li ber vê yekê radibe, bi tena serê xwe li dijî hêzên rejîma Baas gelek çalakiyan dike. Tenê li dijî dagirkeran şer nake, ew di heman demê de li dijî nokerên wê demê ku yên niha Barzanî ne têkoşîneke xurt dike. 1976’an dibe pêşmergeyekî heq û helal ji bo gelê xwe. Rejîma Baas sala 1983’yan bavê wî qetil dike. Hêrsa wî ya li dijî dagirkeran zêde dibe û derbên giran li hêzên rejîma Baas dixe. 1985’an li nêzî gundê Qayîş Paşa yê Kerkûkê bi destê cerdevan, xayîn û nokeran tê qetilkirin. Ew navê xwe bi tîpên zêrîn li têkoşîna azadiya Başûrê Kurdistani dinivîse. Ew Mame Rîşe ye ku ev 40 salin nehatiye ji bîrkirin û her û her bi lehengî û welatparêziya xwe tê bibîranîn.

Îro jî dewleta Tirk a dagirker, li herêma Behdînanê weke rejîma Baas zilmeke mezin li xelkê Başûrê Kurdistanê dike. Rojane welatparêzên Başûrê Kurdistanê li ser rêyan, tevî zarokên wan qetil dike. Vê yekê weke rejîma Baas bi destê xayîn, noker û cerdevanan dike. Bi PDK’ê û malbata Barzanî re welatparêzên Başûrê Kurdistanê, zarokên Kurd, rojnamevanên Kurd qetil dike. Helbet li hemberî vê yekê bi hezaran Mame Rîşe hene ku îro şer dikin û li ber xwe didin. Ruhê berxwedêrî û lehengiya Mame Rîşe ji Çemçemal, Kerkûkê heta Şêladizê û Amêdiyê digere. Xayîn û noker çi dikin bila bikin, ew rezîl û ruswa bûne, ew ên ku li pey wan tên xapandin jî çend qurûş pere nakin. Ji ber ku WELATPARÊZIYA MAME RÎŞE ya li Başûrê Kurdistanê wê zû an jî dereng ji heqê wan bê. Wê pêşmergetiya rast û bi rûmet a Mame Rîşe, bi raperîneke dîrokî bibe xwedî helwest ji bo Başûrê Kurdistanê.

Selman Aslan

Yorum Gönder

0 Yorumlar