Ticker

10/recent/ticker-posts

Bêwar Emîn: Êriş dijî vegera Neteweyên Yekbûyî ye

Endamê Komîteya Peywendiyên Karê Derve ya Wargeha Mexmûrê Bêwar Emîn êrişên dewleta Tirk ên li ser wargehê şermezar kir û da zanîn ku dewleta Tirk ji bo ku Neteweyên Yekbûyî li wargehê venegere êrişan pêktîne. Bêwar bang li Iraq û Neteweyên Yekbûyî kir da ku van êrişên li dijî xwe bibînin û bibin xwedî helwest.

Dewleta Tirk a qirker di salên 90’î de bi êriş û zextan zêdeyî 4 hezar gund şewitandin û bi hezaran kes ji cih û warên wan dane koçberkirin. Gelek ji wan berê xwe dan metrepol û Ewropayê û gelek ji wan jî berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

Dewleta Tirk a dagirker ku beriya 30 salan bi hemû rêbazan êrişî gel dikir, niha jî bi heman armancê vê êriş û hovîtiya xwe li ser xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dide meşandin. Tenê di nava 5 salan de dewleta Tirk 14 caran bi balafirên şer û yên bê mirov li dijî xelkê wargehê êriş pêkanîne.

Herî dawî di 10 û 16’yê Îlonê de carek din wargeh kirin armanc. Ya balkêş ewe ku di wexta ku êriş çêbûyî de şandeyên Neteweyên Yekbûyî û Iraqê li nav wargehê rojane mal bi mal digeriyan û serjimêrî dikirin. Ji bo vê yekî pirsa, gelo dewleta Tirk van êrişên vegera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo wargehê asteng dike, di mirov de çêdike.

Video Player
00:00
06:30

Têkildarî van êriş û bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê, Endamê Komîteya Peywendiyên Karê Derve ya Wargeha Mexmûrê Bêwar Emîn ji ajansa me re axivî.

‘Xeleka êrişên salên 90’î ne’

Bêwar di destpêka axaftinên xwe de destnîşankir ku ev êrişên ku di roja me ya îro de tên pêkanîn, berdewamiya êrişên salên 90’î ne û wiha qala girêdanbûna wan êrişan kir: “Di salên 1990’î de dewleta Tirk gund şewitandin û gel dane koçberkirin. Gelê me dema ku derbasî Başûr bûn, têkoşîn û sekna xwe li vir dan meşandin û li ser vê esasê jî Neteweyên Yekbûyî, bi fermî ev gel wek penaberên siyasî naskiriye. Ev 30 salin, gelê wargehê li gor zagonên penaberên siyasî ya sala 1971 û xala 51, dijî û tê naskirin. Wan deman çawa ku dixwestin gelê me bê vîn û nasname bihêlin, di roja me ya îro de jî bi heman armancê êriş dikin. Xeleka êrişên salên 90’î ne. Dixwazin vê wargehê belav bikin.”

‘Di van êrişan de peyam didin NY û Iraqê’

Bêwar Emîn di nava axaftinên xwe de da zanîn ku di nava hefteyekî de 2 caran êrişî wargehê hatiye kirin û wiha pêde çû: “Di wexta ku şandeyek li ser navê Neteweyên Yekbûyî û Iraqê di nav wargehê de xebatên serjimêriyê dikirin, du êriş çêbûn. Ev êriş ne wisa ji rêzê ne, plankirî ne û peyamek tê dayîna Neteweyên Yekbûyî û Iraqê. Diyare dewleta Tirk naxwaze Neteweyên Yekbûyî vegere wargehê. Dixwaze ev serjimêrî û karê tê kirin bê valaderxistin. Ev êriş raste rast dijî biryar û vîna Hikumeta Iraqê ye. Her wiha êriş dijî gel û zagonên Iraqê ne. Tevî ku şandeyên Neteweyên Yekbûyî û Iraqê bi çavê xwe ev êriş dîtin jî, ti helwest û nerazîbûn nîşan nedane.”

‘Neteweyên Yekbûyî berpirsyare’

Bêwar Emîn behsa xeteriya êrişan kir û got ku dibe ku endamên Neteweyên Yekbûyî û Iraqê wê kêliyê di mal û baxçeya ku hatî armanckirin de ba û bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anîn: “Ne dure, dibe ku endamên wan bixwe hatiban armanckirin. Ji bo wê divê Neteweyên Yekbûyî û Iraq vê êrişî dijî xwe bibîne. Gelê me li gor zagona penaberên siyasî li vire û di wê zagonê de pir bi eşkere dibêje; parastina canî û dabînkirina pêwistiyên jiyanî, girêdayî wê welatê ku penaber di wir de ne ye. Neteweyên Yekbûyî li beramberî vî gelî berpirsyare. Divê hemu sazî û dezgehên mafê mirovan taybet jî Neteweyên Yekbûyî û Iraq li hember van êrişan bibin xwedî helwest. Tekane rêya li hember van êrişan rawestandin, sekna li hember êrişane.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar