Ticker

10/recent/ticker-posts

SÎXURTÎ ÇIYE?

 


Bersivên Gel;

-Xiyanet e.

-Bê rûmetî ye.

-Bê wijdanî ye.

-Dijmintî ye.

-Xwe firoşî ye.

-Bê exlaqî ye.

-Berjewendîperestî ye.

-Amûrekî dijmin e.

-Rûpoşî ye.

-Xapandin e.

-Di piştê de xençerkirin e.

 

Sîxurtî wek peyv Kurdî ye û wek wate jî dijberiya civakîbûnê di nav xwe de dihewîne. Sîxur ew kesê ku agahiyan kom dike û li dijî berjewendiyên civakê bikartîne ye. Yanî kesên ku agahiyan dijberî civakan kartînin sîxurin. Kesên sîxur bi hêzên dij civakî re kar dikin. Ji bo berjewendiyên xwe nirx û hebûna civakê dixin xeteriyê û difroşin.

Dema sîxur tê gotin, raste rast ew ajalê ku sîxên xwe heye tê bîra mirov. Kurd peyva sîxurtî ji kûderê anîne ango yên ku vî karî dikin bi şibandina ajelek wiha re çima tê çêkirin pirsekî girînge. Lê sîxurtî û têkiliya ajalê sîxur bi qasî tê zanîn zêde bi hevdû re nîne. Dîsa jî eger şibandin bê kirin, mirov dikare vana bêje.

Sîxur ajalekî bisîxe, lê ji jûjiyan girtire. Ji bo xwe ji dijminên xwe biparêze sîxên xwe gij dike û ji ber vê ti ajalekî din nikare xwe nêzî wî bike. Sîxurtî jî tiştekî wiha ye ku bi tevger û kirinên xwe re xwe ji her kesî diparêze û kes nizane ku çi tişte. Yan jî ji derve xuya dibe ku bi her halê xwe asayî ye, lê xwe wisa diparêze ku sîxên wî nahêle yên derdor rastiya wî bibînin. Ya rastî ji ber şiklê wî wek cinawir xuya dibe û ti kes jê hez nake, lewre kes nizane çi dike an jî tiştek çawa ye.

Wek rastî jî sîxurtî rêxistinkirinek pergala desthilatdar û dewletdare. Dewlet û desthilatdarî ji bo civakê ji rastiya wê dûr bixe, dixwaze derbarê civakê de bibe xwedî agahî da ku bikaribe li gorî xwe araste bike û qirkirina çandî pêkbîne. Ji bo vê yekê di dîrokê de sîxur her di nav civakê ku dixwaze qir bike de derxistiye û birêxistin kiriye. Lewre xwe veşartina sîxur bi civakê re pêkane. Sîxur xwe wek parçeyekê wê çandê nîşan didin û xwe ji bo berjewendiyê civakê kar dike nîşan didin. Lê di esasê xwe de agahiyan kom dikin, karên desthilatan hêsan dikin. Ev yek zêdetir jî ji aliyê dewletan ve li hemberî rêxistinên mûxalîf û dijber tên pêkanîn. Piranî jî ciwan tên bikar anîn. Carna bi tehdîtan, carna bi aboriyê, carna jî bi ajoyan ciwan tên xistin û bikar anîn. Li Kurdistanê bi hezaran mînakê vê yekê heye. Lê hemû jî dijberî civakê û ji bo berjewendiya xwe tê kirin.

Pêwîste mirov sîxurtî wek xiyanet jî negire dest. xiyanet tiştek cuda ye, tiştê ku sîxur dikin, dijmintî ye. Raste rast li hemberî civakê û rêxistinbûna wê şer dikin, lewra ew jî endamên dijminin. Dibe ku navê wî/ê Kurd be, lê rastiya wê/î dijî Kurdîtî ye. Ew tenê bi dijmin re nagerin, dijmin bixwe ne. Yan jî tenê ji bo çend qûrûş pereyan kar nakin, ji ber ku ji çanda civakî dûrin û hişmendiya dewletdar dihewînin dixebitin. Mirov dikare sîxurtî wek rêbazekî dijmin a şer binirxîne.

Di sîxurtî de ti exlaq û pîvan nîne. Ji bo wî/ê tenê ew bixwe û dijmintiya wî/ê derbasdare. Mirov dikare sîxurtî ji dijmintî xerabtir jî binirxîne. Lewra xwe wek ji rastiyê nîşan bidî, lê ji wê rastiyê dûr bî û bi vê re êrişî wê rastiyê bikî. Wek pêşiyên Kurdan gotine, “Kurmê darê ji darê ye.” Dar ne ji ber derdor an jî bê aviyê, ji ber kurman dirize. Wek gel eger kurmên di nav xwe de ji holê ranekin û destên tarî jê nekin, ne gengaze ku têkoşîna tê meşandin bikaribin serbixin. Ji ber vê pêwîste her ferdekî civakê li hemberî sîxurtiyê hişyar be û têbikoşe.     

Yorum Gönder

0 Yorumlar