Ticker

10/recent/ticker-posts

ABORÎ BERHEMÊ XULIQKARIYA JINÊ YE

 


Nehêniya jiyana xwezayî ya di destê jinê de şikil û şêwaz girtî, rengê jiyana mirovahiyê guherand û bû hîmek bingehîn ê xwe tanzîmkirina civakê. Kêrhatinên di destê jinê de teşegirt, xuliqandin û bûn bingehê aboriya mirovahiyê. Ji aliyê jinê ve bi ceribandin û fikirandinên xeyalî yên çawan mirov dikare pêdiviyên jiyana xwe ji xwezayê bigire û bike bingehê aboriya komînal ya jiyana civakê, kedek mezin hat dayîn. Li ser vî bingehî jinan di qada jiyana civaka xwezayî de berhemên xwe yên destpêkê kirin berhemê aboriya jiyana mirov ya îro. Ne bi hêsanî ev cîhan li derdorî jinê zindî bû. Lê belê bi xiyanetê berhemên keda destê jinê ji destê wê hatin girtin. Gelo em çawan dikarin berhemên jinê cardin bikin ayîdê jinê? Ji bo wê têkoşînek çawan pêwîste? Emê îro li ser jin û aborî rawestin.

Ruhê jinê yê hilberînê dimijin

Ger em mijara aborî û jinê bigirin dest, pêwîste em destpêkê wateya peyva ‘aborî’ bizanin û fêhm bikin. Aborî bi wateya ‘A’ borî ango ya derbazbûyî yan jî ‘A’ borandina jiyanê ye. Di heman demê de dema em di qada jiyanê de li xalên sereke yên jiyanê temaşe dikin, dibînin ku aborî pêşengtî ji hemû xalan re dike û dibe bingehê jiyana mirovahiyê. Di bingehê jiyana mirovahiyê de xala destpêkê jinê destê xwe avêtiyê û ji bo wê hilberandina destpêkê pêkaniye, aborî ye. Bê gûman keda jinê ya beriya hezar salan bi xiyaneta mehkûm kirî ji jinê hat dizîn û di destên desthiladaran de mîna derziyekê bedena jinê kun kun dike. Di hemû qadên jiyanê de ruhê jinê yê hilberînê dimijin.

Serkeftin xalek jênevegere

Bi qasî jiyanê parastina nirx û şêwazê jiyana xwezayî girînge. Gelo emê bi hêsanî bikaribin bingehê hezar salan yê ku bi destê zilamê serdest hatî avakirin bişkînin û jiyanek wekhev li ser bingehê pêşxistina xala aborî ya di destê jinê de ji nûve saz bikin? Bê gûman di nava dîwarên hatine hunandin de bişkivîna gulekê bi qasî xeyalek nepêkan zehmete, lê ne ku nabe ye. Destpêkê divê têkoşîna jinê ya avakirina cihên aborî yên jinan li hemberî sîstema bazarê ya desthilatdar werin esas girtin. Çawan ku jinan di destpêkê de berhemên axê bi destên xwe hilberandin, îro jî dikarin bi hêza jinan navendên jinan yên bi destxistina aborî sazûman bikin. Di hemû qadan de gav avêtinên destpêkê mîna şoreşekê bi heybet û bi nirxin. Ji ber ku li cihê gav avêtin hebe, serkeftin xalek jênevegere.

Divê mirov derfetên xwe bixwe bi destbixin

Ji ber ku bingehê xuliqkariya destpêkê bi destê jinê çêbûye, kêrhatin û keda jinê xwedî bingehek dîrokî ye. Di heman demê de jin xwedî kêrhatininên dewlemed yên ji nû ve sazûmankirina aboriyê ne. Ger derfetên pêwîst were dayîna jinê, dikare di hemû qadên jiyanê de bingehê avakirina aboriya komînal bafirîne û bike bingehê aboriya civakê. Lê belê tê dîtin sîstema heyî derfet û rêyên pêşxistina aboriya civakê, pêşkêşî jinan nake. Dijberî vê, di hemû qadan de ji bo jinan astengiyên mezin yên ku rê li pêşiya qetilkirina jinan vedike re pêşengtî dike. Ji ber vê yekê jî wek jin pêwîste em li benda derfetên derdor yan jî kesek din nemînin. Divê em derfetên xwe bixwe bi destbixin û gava destpêkê ya pêşxistina aboriya komînal ya civakê ji bo xwe bikin erk.

Aboriya komînal, têkbirina sîstema li ser beden û ruhê jinê bazarê dike ye

Pêşxistina aboriya komînal têkbirina sîstema sermayedar ya ku li ser beden û ruhê jinê bazarê dike ye. Di heman demê de avakirina Pergala Netewa Demokratîk ya Azadîxwaziya Jinê ye jî. Bi taybetî îro jinên wargehê dikarin bi derfetên xwe ‘aboriya komînal’ ya ku civaka Kurd temsîl dike di nava wargehê de pêşbixin û pêşengtî ji civakên biyanîre bikin. Niha jî li wargehê di gelek aliyan de derfetên pêşxistina aboriya jinan ya komînal bingeh tê girtin.

JIYAN PÎRAN

Yorum Gönder

0 Yorumlar