Ticker

10/recent/ticker-posts

KOMKUJIYA 9’Ê ÇILEYÊ

 


Dema ku em li dîroka Kurdan dinêrin û dixwînin, ji destpêka rabûna Kurdan heta roja îro hertim aliyek têkoşîn û aliyek jî xiyanet hebûye. Lewra wek aliyê heqîqetê herdem armanca Kurdan bûye pêşî lêgirtina xiyanetê. Ji Şêx Seîd bigire heta Seyîd Riza ev yek heta roja me ya îro berdewam dike. Şêx Seîd û Seyîd Riza bi xiyaneta navxweyî re rû bi rû man. Ev xiyanet bû sedem ku di warê rêxistinî û pêşketinê de lewaz bimînin û bi darvekirinê re rû bi rû hatin hiştin. Piştî wê, di nava Kurdên Elewî de komkujî û talankirin destpê kir.

Di komkujiyên li ser Elewiyan de bi taybet dixwestin hêza jinê lewaz bikin û bixin di bin bandora xwe de. Bi hezaran keçên Elewî ji bo ku nekevin destê dijmin, xwe di lat û zinaran de avêtin. Bajarê Dêrsîmê ji serhildan, berxwedan û lehengiya ciwanên Kurd re şahidî kiriye. Heta niha jî dijmin bi şêwazên cûda cûda dixwazin vîna gelê Dêrsimê dîlbigirin û civakê bê serî bihêlin. Lê girêdanbûn û rêxistinbûna gelê Dêrsimê ya bi heqîqetê re, rê nade van êrişên dijmin ku serbikeve. Her çiqas bedelên giran hatibin dayîn jî, nebûye sedem ku sistbibin, berûvajî wê hêza wan xurtir bûye. Mînaka herî berbiçav Hevala Sara û berxwedana wê ye.  

Bi derketina Rêber Apo û tevgera PKK’ê re di nava Kurdên Elewî de hejandinek pêkhat û bi dehan ciwanên Elewî beşdarî nava refên gerîlayan bûn. Bi bawerî û azweriya di nava PKK’ê de xwe rêxistinkirin û bûn şopdarên Şêx Seyîd, Seyîd Riza, Zarîfe û Besê yan. Hevala Sara jî yek ji wan ciwanan bû ku li Dêrsimê bi sedan çîrokên komkujiya Dêrsimê guhdar kirî û bi wan çîrokan re mezin bûyî bû. Li ser vî bingehî Hevala Sara bi soza tolhildanê dikeve rê û tevlî nava refên PKK’ê dibe. Bi têkoşîn û hêviyên xwe yên azadiyê ji bo keçên Dêrsimê dibe hêvî û bi sedan kesên welatperwer beşdarî nava refên PKK’ê dike. Li hemberî sîstema baviksalar û xiyanetkar bi baweriyek xurt têkoşîn dike, ji bo keç û xortên Kurd dibe xeta bingehîn ya têkoşîna azadiya Kurdistanê.

Kêlî bi kêlî bi hêz, wêrekî, bawerî û îdolojiya xwe ya jiyanê li dijî hemû paşverûtiyên civaka Kurd û jiyana li ser jinê hatî ferz kirin li berxwedide. Di hemû qadên jiyanê de şerê heyînê dide meşandin. Mîna ku bixwe jî tîne ziman û bibêje: ‘Jiyana min hertim şer bû’ ev şerê Hevala Sara ji bo gelek jinên di tarîtiyê de mayîn, bû çirûskek ya ronahiyê. Bi kesayeta xwe ya dilnizim, şoreşger, milîtan û dilpak cihê xwe di dilê herkesê de kiribû. Di heman demê de bi xweşiktî, porê xwe yê sor û rûkeniya xwe dihat naskirin.

Bi têkoşîn û ruhê xwe yê serhildêr di hemû pêvajoyên xwe yên jiyanê de pêşengtî ji jina Kurd ya têkoşer re kir. Hêviyên artêşbûna jin, azadiya jin û jiyanek azad ya li Kurdistanê di xeyalê hemû jinên Kurd û Elewî de zîndî kir. Bi kesayeta xwe ya wêrek hêza têkoşînê dida hemû jinên berxwedêr. Wek xwezaya Kurdistanê, ji befir û baranê hezdikir.

Dibe ku di gava destpêkê de ji bo guhertina jiyana jinên Dêrsimê ketibe rê. Lê wek em jî dizanin di her gavek ya xwe de berxwedana xwe mezin kir, gund bi gund, bajar bi bajar û welat bi welat xwe gihand hemû jinên cîhanê. Ev berxwedana Hevala Sara di çavê dijmin de hat dîtin û hîs kirin. Ji bo vê yekê jî bû armanca êrişên dijmin yên qirêj. Hevala Sara li gel Heval Leyla û Fîdan di 9’ê Cileya 2013’an de li Parîsê bi komployekê hatin qetilkirin. Piştî şehadeta wan bi sedan keçên biçûk bi navê Sara, Leyla û Fîdan mezin dibin.

Parîs a ku ji bo herkesê bibû landika demokrasiyê, ji bo jinên şoreşger ên Kurd bû navenda komkujiyan. Wek hemû komkujiyên li dijî gelê Kurd hatî pêkanîn, ev komkujî jî hat nixûmandin û di bin siya berjewendiyên dewletên desthilatdar de man. Heta ev komplo û qatilên Kurdan neyên darizandin, wê têkoşîn û berxwedan me jinên Kurd berdewam bike. Li kuderê dibe bila bibe her cihê ku jinekî Kurd lê dijî, wê ji bo ronîkirina vê komployê têbikoşin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar