Ticker

10/recent/ticker-posts

ROJHILATA NAVÎN JI NÛ VE TÊ DÎZAYNKIRIN

 


Weke ku tê dîtin, bûyer û pêşketin bilezin. Ji bo ku em xwe bigihînin leza van pêşketinan pêdivî pê heye ku mirov bi hûrgilî û himmet karê xwe bimeşîne. Ev yek ne tenê ji bo kesên ku xebatên leşkerî û siyasî dimeşînin, ji kesan heta pêkhateyên têkoşînê ji bo her kesî divê wiha be. Mînak divê Çapemeniya Azad bi vî rengî be. Hem weke sazî û hem jî weke kedkar divê em zêdetir li ber xwe bidin, pêşketinan bi lez û bez analîz bikin û vana hemûyan ji raya giştî re ragihînin. Hem bûyer û pêşketin pir bilezin û hem jî êrişên şer ên taybet hene. Di vî warî de ji her demê bêhtir girîng bûye ku qewimîn û bûyer rast analîz bikin û rastiyê ji raya giştî re ragihînin. Çapemeniya Azad di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de xwedî cihekî taybete. Beşek pir girîng a têkoşînê ye. Tevkariya Çapemeniya Azad û Kedkarên Çapemeniya Azad a ji bo asta ku têkoşîna azadiyê gihaştiye pir mezine. Çapemeniya Azad ne bi mayîna li derve, bi tevlîbûna gel û têkoşînê, bi bûyîna çêkera têkoşînê ava bû.

Herî dawî hevalên me Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema li pey heqîqetê bûn di encama êrişa dewleta Tirk a qirker û dagirker de şehîd bûn. Em vê êrişa hovane û barbar a dewleta Tirk şermezar dikin, şehîdên xwe yên çapemeniyê hevrê Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi rêzdarî bi bîr tînin. Pênûsa wan, têkoşîna wan teqez wê li erdê nemîne. Hemû pêşketinên di serdema me de di çarçova Şerê Sêyem ê Cîhanê de pêk tên. Bi Şerê Sêyem ê Cîhanê re hêzên serdest ku hêzên modernîteya kapîtalîstin, dixwazin pergaleke nû ya siyasî pêşbixin. Ji ber ku nîzama siyasî ya heyî êdî berjewendiyên hêzên serdest pêşnaxe û naparêze. Pergala siyasî ya heyî ku berê di xizmeta berjewendiyên hêzên serdest de bû, niha jî weke berê ji bo wan bi kêr nîne û ketiye rewşeke xirab. Ji ber vê yekê li gorî berjewendiyên modernîteya kapîtalîst guhertina nîzama heyî û avakirina nîzameke nû di rojevê de ye. Weke ku tê dîtin, ev yek bi şer dibe. Çawa ku ev nîzam bi Şerên Yekem û Duyem yê Cîhanê avabû û teşe girt, niha jî bi Şerê Sêyem ê Cîhanê tê hilweşandin û tê xwestin ku nîzameke nû bê avakirin. Weke ku me gelek caran gotiye, navenda Şerê Sêyem ê Cîhanê Rojhilata Navîne. Ji ber ku rojeva wan a herî sereke ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîne.

Rêber Apo di parêznameyên xwe de wateya Rojhilata Navîn di warê dîrokî, civakî, siyasî û aktuel de bi berfirehî qalê kir. Rêber Apo dibêje: Bêyî dîzaynkirina Rojhilata Navîn avakirina pergaleke li cîhanê ne gengaze. Pêşketin, qewimîn û bûyer vê rastiyê eşkere dikin. Bandora rûxandina rejîma Baas ne tenê li Sûriyê ye. Ev pêşketin li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû da destpêkirin. Ger pêşketin di çarçova Şerê Sêyem ê Cîhanê de rû didin, wê demê mirov dikare bibêje ku Şerê Sêyem ê Cîhanê bi rûxandina rejîma Baas a Sûriyê re ketiye qonaxeke nû. Yek ji qonaxên girîng ên Şerê Sêyem ê Cîhanê jî rûxandina rejîma Baas a Iraqê di kesayeta Seddam de bû. Di rastiyê de Şerê Sêyem ê Cîhanê bi destwerdana Iraqê destpêkir. Destwerdana yekem 2’yê Tebaxa 1990’î destpêkir. Lê belê rejîm yekser hilneweşiya. 13 salan rejîmê li piyan hiştin. Destwerdana duyemîn 20'ê Adara 2003'an destpêkir pê re rejima Baas a Iraqê hat rûxandin. Li Sûriyê jî pêvajoyeke bi vî rengî pêkhat. Destwerdana li Sûriyeyê bi şerê navxweyî yê Sûriyê ku wek 15'ê Adara 2011'an hat qeydkirin destpêkir. Lê, mîna li Iraqê, li Sûriyê jî rûxandina rejîmê yekser pêk nehat. Ji bo 13 salan destûr hat dayîn. Piştî 13 salan derba dawî ji aliyê Tirkiye û Tayyîp Erdogan ve li rejîma Baas a Sûriyê hat xistin û bi vî rengî rejîma Baas bi dawî bû.

Pêwîste bê pirsîn ka çima 13 salên din hiştin ku rejîmên hem li Iraq û hem jî li Sûriyê li piyan bimînin, tevî ku dikarîbûn yekser wan birûxînin jî? Ev girînge û pêdivî pê heye ku were analîzkirin. Ya eşkere ewe ku mayîna wan a li piyan ne ji ber qewîbûna rejîmên Baase. Mesele danîna şert û mercên guncaw ji bo hêzên serdeste. Dema şert û merc guncaw bûn, herdû rejîm jî hatin hilweşandin. Tam jî vê aliyê meselê yanî ev şert û merc çine û çawa tên afirandin, fêmkirina wan girînge. Di vî warî de berxwedana Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê ji bo siberoj, rizgarî û azadiya hem gelê Kurd û hem jî ji bo hemû gelê Sûriyê diyarker be. Wê berxwedan be ku xerabiyê hilweşîne û qenciyê bîne. Ji ber vê em dibêjin di berxwedanê de bin.

Navenda Nûçeyan

Yorum Gönder

0 Yorumlar