Şêniyên Wargeha Mexmûrê komkujiya yekem ya li Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013’an de pêkhat û di encamê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şehîd bûn, bi meşekî girseyî şermezar kirin.
Şêniyên Wargeha Mexmûrê komkujiya yekem a li Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013’an de ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve pêk hat û di encamê de Sakîne Cansiz (SARA), Fîdan Dogan (Rojbîn) Leyla Şaylemez (Ronahî) şehîd bûn, di salvegera komkujiyê de bi meşekî girseyî şermezar kirin.
Meşê bi tevlîbûna hezaran kes ya li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir. Di meşê de ala ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser, her wiha ala KJK’ê û wêneyên şehîdên komkujiya Parîsê hatin hildan. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî Sara Rojbîn û Ronahî û Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.
Meş heta ber avahiya NY domand, li wê derê berî ku daxuyanî were dayîn di kesayeta şehîdên komkujiya Parîsê de ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat giritin. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê ji aliyê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman daxuyanî hat dayîn.
Nûdem Yaman di destpêka axaftinên xwe de, di kesayeta şehîdên komkujiya Parîsê de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anî û wiha peyîvî: “Em komploya 9’ê Çileya 2013’an ya ku li ser her sê jinên pêşeng ku di kesayeta wan de li ser tevahî gelê Kurd hatî pêkanîn bi tundî em şermezar dikin û bejna xwe li ber giyanê her sê pêşengan ditewînin. Wek hûn jî dizanin dewleta faşîst û qirker ya ku ji dîrokê heta roja me ya îro her tim xwestiye bi kuştin, qirkirin û komkujiyan li ser gelê Kurd pêkbînin û îradeya wî teslîm bigire. Dema em temaşedikin ji Dêrsim bigire heta Roboskî, ji Helepçe bigire heta diçe Parîsê û herî dawî jî komkujiya ku duh komkujiya li Rojavayê Kurdistanê pêkanî, rewşa xwe ya ku di şer de windakiriye dide diyarkirin. Bi van komkujiyan dixwazin gelê Kurd û vîna azad bidest bigirin. Lê dewlet bixwe jî dizane, ne bi kuştin û qetilkirinan gelê Kurd vîna xwe teslîmî dewletên dagirker nekiriye. Yek ji wan pêşengên ku di vê komkujiyê de şehîd bûbû hevala Sara bû. Hevala Sara jî yek ji wan pêşengên ku di xeta azadiya jin û tevahî gelê Kurd de hemû jiyana xwe fedakiriye.
Weke gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî û bi taybet wek xwendevanên wargehê, em li ser mîrasê ku wê ji bo me hêla dijîn. Hevala Ronahî jî bi heman awayî di xebatên ciwanan de cih digirt û her tim dixwes bi ruhê ciwanan serkeftinê mîsoger bike. Her wiha hevala Rojbîn jî ji bo naskirin û îradeya gelê Kurd li Ewropayê bide naskirin di qada dîplomasî de cih digirt. Bi wê ve girêdayî demek dirêj xebatên ciwanan da meşandin. Em dîsa dibêjin, em bi qirkirinê tine nabin, hertim serkeftin ya gelê Kurde.”
Piştî axaftinê meş bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

0 Yorumlar