Li Wargeha Mexmûrê di pêşengtiya Meclisa Îştar de komxebatek li ser pergala hevserokatiyê bi dirûşmeya ‘Edalet û wekheviya civakê tenê bi xurtkirina pergala hevserokatiyê ve gengaz dibe’ hat lidarxistin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di pêşengtiya Meclisa Îştar de komxebatek li ser pergala hevserokatiyê bi dirûşmeya ‘Edalet û wekheviya civakê tenê bi xurtkirina pergala hevserokatiyê ve gengaz dibe’ bi tevlîbûna dehan hevberdevk û xebatkarên wargehê hat lidarxistin.
Komxebat li Mala Gel bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser armanc û girîngiya komxebatê Endama Kordînasyona Meclisa Îştar Kiymet Nerexî axaftina vekirinê kir û got: “Em di pêvajoyek wisa girîng de, komxebatek wiha li darxin û em diyarî Rêber Apo dikin. Ev nêzî du heyvanin em amadekariyên vê komxebatê dikin. Gelek hevberdevk û xebatkarên wargehê di vê komxebatê de cih girtin. Me di wargehê de pergala hevserokatî daye rûnişkandin û ev bi sala ne em bi vê pergalê dijîn. Di roja me ya îro de şerek yê berjewendiyê tê kirin. Pergala kapîtalîst dirize û êdî nikare xwe li ser lingan bigire. Emê di vê komxebatê de vê yekî binirxînin.”
Piştî wê perspektîfên Rêber Apo yên di derbarê Pergala Hevserokatiyê de hatin xwendin. Piştre 3 komîsyonên ku ev nêzî du heyvanin ji bo komxebatê amadekarî dikirin, encamên xebatên xwe pêşkêş kirin.
Komîsyona yekem têkildarî ‘Di dîrok û cîhanê de ezmûnên hevserokatiyê û encamên divê bêne wergirtin’ xebatên xwe pêşkêşkir.
Komîsyona duyem jî têkildarî ‘Di paradîgma û pergala Rêber Apo de wateya hevserokatiyê, gav û qonaxên Rêbertî avêtine û bi vê bingehê avakiriye, hem di nava pergala xwerêveberî û hem jî di qada hevjiyanê de erkên divê bêne pêkanîn’ xebatên xwe anîn ser ziman.
Komîsyona sêyem û ya dawî jî têkildarî ‘Di şênberiya Wargehê de qonax û ezmûnên di pergala hevserokatî de hatine jiyankirin, ferasetên li hemberî hevserokatî û hevjiyana azad têne jiyankirin û ji bo derbaskirina van têkoşîna divê bê meşandin’, encamên xebatên xwe pêşkêş kirin.
Komxebat bi nirxandin, rexne, rexnedayîn û pêşniyaran bi têr û tejî derbas bû. Herî dawî jî wek encamnameyek ya komxebatê ji çapameniyê re hate eşkerekirin.
Encamnameya Komxebata Pergala Hevserokatiyê wiha ye:
“Weke Wargeha Mexmûrê bi amadebûna nûnerên tevahî sazî û komîteyan, me bi pêşengiya Meclisa Îştar de komxebatek lidar xist. Ev zêdetirî 2 mehan bû me xebat didan meşandin. Di komxebata ku rojekê berdewam kir de, persperktîfên Rêber Apo hatin xwendin û 3 komîsyonan mijarên xwe, bi beşdarên komxebatê re parve kirin. Em ji dîrokê dizanin, jiyaneke civakî ya derveyî pergala desthilatdarî her tim hebûye. Raste, parçebûn ketiye di navbera jin û zilam, mirov û xweza, civak û vînê de. Lê ya rastî tu carî jin û civakan di nava pencên pergala desthilatdar, zayendperestî û zordaran de jiyankirin ji bo xwe nepejirandine.
Bi bîryardariya di paradîgma û pergala Rêber Apo de, weke wargeh em xwedî têkoşîneke bi wate û berhemdarin. Em li ku dibin bila bibin, weke gelê Rêber Apo, em xwedî vîn û rêveberiya xwe ne û di divê de jî bi pêşengiya jin, em xwedî ezmûnên mezinin. Yekem car di sala 2014’an de li Şaredariya gel û di sala 2015’an de jî di Meclisa Gel de pergala hevserokatiyê li wargehê hate pêkanîn. Pergal bandor li hişmendiyê dike, hişmendî jî dihêle li gorî vê pergal herîkbar bibe. Bi hevjiyana azad em dikarin pergala hevserokatiyê hîn xurtir bikin.
Di nava şer û aloziyên dijwar de modela Netewa Demokratîk a Rêber Apo alternatîfa çareseriyê ye. Rêberê me nûnerê paradîgma û pergaleke wekhev, demokratîk û azade. Şert û mercên Rêber Apo di nav de tê girtin, ji bo şikandina vê vînê ye. Êrişên li Heremên Parastina Medyayê, Rojavayê Kurdistan û bi taybet jî li Bendava Tişrînê, hedefkirina pêşengên gel û bi taybet jî yên li ser jinan, qayyumên avêtin ser şaredariyan, tev êrişên pergala desthilatdar, faşîst û berjewendîperestin. Îro li çiyayên Kurdistanê jiyana azad tê parastin. Xwerêveberiyek wekhev, adil û demokratîk a bi rengê tevahî civakan û bi taybet jî bi pêşengiya jin xeta me ya sore. Emê jî di vê de israr bikin, li hemberî ferasetên xwe yên şaş û klasîk têbikoşin û bi berxwedana xwe, destê Rêbertî û parêzvanên Kurdistanê xurt bikin. Ji bo vê jî emê bi erkên xwe yên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û xurtkirina pergalê yên pêvajoyê rabin.”
Herî dawî diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Berxwedana Gelê Kurd’ hatin berzkirin.

0 Yorumlar