Ciwanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê: “Divê em wek ciwanên Kurd, tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û bi Rêber Apo re di Kurdistanek azad de, bi zimanê xwe bixwînin, baxivin û bijîn.”
Armanc Herekol
Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 25’emîn salvegera komploya navdewletî ya 15’yê Sibata 1999’an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêkanîn ji ajansa me re axivîn û bang li tevahî ciwanan kirin da ku li dijî komployê dakevin kolanan.
‘Agahî ji Rêber Apo nayê standin’
Ciwana bi navê Şîlan Bûdak di destpêka axaftinên xwe de anî ser ziman ku ciwanên Mexmûrê bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerdeya xwe dibînin û got: “Di dîroka mirovahiyê de, yek ji gelên ku timî bê navber têkoşîn dide meşandin û li ber xwe dide, gelê Kurde. Gelê Kurd çiqas serhildan dabin destpêkirin jî, timî rastî komplo û xiyanetê hatine. Gelê Kurd çiqas hatibe naskirin û kevnar jî be, ewqas hatiye tunekirin û êriş li ser hatine pêkanîn. Her civak xwedî pêşengekê ye û xwe bi wê pêşengê pêş dixe. Rêber Apo ne tenê Kurdan rêvedibe, cîhanê tev rêvedibe. Ev demek dirêje, agahî ji Rêber Apo nayê girtin û bi vê yekî re gelê Kurd hatiye bê agahî hiştin. Ne tenê gelê Kurd, tevahî gelên cîhanê bê agahî maye. Komploya 15’yê Sibatê ne tenê li dijî gelê Kurd hatiye pêkanîn, ev komplo li dijî gelên cîhanê hatiye pêkanîn. Rêber Apo heyîna jinê li tevahî cîhanê daye nasîn.”
‘Em xwedî Rêber Apo ne’
Her wiha Şîlan Bûdak diyarkir ku komploya 15’yê Sibatê bandorek mezin li Kurdan kiriye û Rêber Apo temsîla gelê Kurd e, niha jî ji bo rumeta Kurdan di girtîgehê de li ber xwe dide û wiha pêde çû: “Divê wek gelê Kurd û bi taybet jî wek ciwanên Kurd, em bizanibin ku em xwedî Rêber Apo ne. Bi saya Rêber Apo me xwe naskir û da nasîn. Dema ku em dibêjin, Rêber Apo girtiye, em dibêjin hebûn, heyîn û nasnama me girtiye. Bi saya Rêber Apo niha tevahî cîhan me nas dike û hêza me dibîne. Ev 25 salin, Rêber Apo di girtîgehê de ye û di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Ev tecrîd di hêla zagonên navdewletî de suceke. Wek jinek ciwan a Kurd ya Mexmûrê, ez dixwazim di Kurdistana azad de bi Rêber Apo re bijîm, zimanê xwe bixwînim û baxivim.”
‘Em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo bi fikarin’
Ciwanê bi navê Dilgeş Îsmaîl jî li ser heman mijarê peyivî û anî ziman ku ew wek ciwanek ê Wargeha Mexmûrê, komploya 15’yê Sibatê bi tûndî şermezar dike û wiha dibêje: “Wek tê zanîn ev 25 salin Rêber Apo bi awayek dij mirovî, li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Ev demek dirêje jî agahî jê nayê girtin. Em kesên ku di vê komployê de cih digirin şermezar û rûreş dikin. Di piştperdeya vê komployê de, hêzên hegemonîk hene. Wek ciwanek ê Mexmûrê ev demek dirêje em agahî ji Rêberê xwe nagirin û em nizanin ka di kîjan şert û mercan de jiyan dike. Em nizanin ka rewşa tenduristiya wî çawane.”
‘Çareseriya Rojhilata Navîn Rêber Apo ye’
Her wiha Dilgeş Îsmaîl di berdewamiya axaftinên xwe de bilêvkir ku agahî ji Rêber Apo negirtin wan dêşîne û bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anîn: “Bi zanabûn ev tecrîd tê pêkanîn. Destê tevahî dewletan di vê komplo û tecrîdê de heye. Rêya çareseriya Rojhilata Navîn Rêber Apo ye. Ji ber wê jî dixwazin vê rêya çareseriyê asteng bikin. Rêber Apo bi berxwedan û têkoşîna xwe ya ji pola, van armancên wan tevan vala derdixe. Wek ciwan ev tecrîd bandor li me jî dike. Em tevahî kesên ku li hember vê tecrîdê bêdeng dimînin şermezar dikin. Em di wê hêviyê de ne ku wê ev sal bibe sala azadiya Rêber Apo.”
‘Li hember komployê rabin!’
Herî dawî ciwana bi navê Zendûra Babat jî ev tişt gotin: “Wek tê zanîn 15’ê Sibatê, roja reş tê binavkirin. Ez di destpêkê de vê komployê şermezar dikim. Ev 25 salin Rêberê me bi awayekî fîzîkî hatiye girtin. Ji tevahî mafên xwe bê par tê hiştin. Fikir û felsefeya Rêber Apo di mejiyê her Kurdekî de hatiye çandin. Rêber Apo astengiyek mezine li ber dewletên qirêj. Wê tu caran hêzên komploger nekarin vîna gelê Kurd bidin şikandin. Emê hertim bi fikir û felsefa Rêber Apo heyîna xwe û têkoşîna xwe bidin berdewamkirin. Banga min ji tevahî ciwanan re ewe ku li dijî vê komployê rabin da ku em bikarin bi Rêber Apo re azad jiyan bikin.”
0 Yorumlar