Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakvanên Mexmûrê: Em deyndarê Rêber Apo ne

Çalakvanên greva birçîbûnê ya Mexmûrê di roja 2’an de bi biryardariyek xûrt di çalakiyê dene ragihandin ku deyndarê Rêber Apo ne û ev bang kirin: “Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe her cure çalakiyan bikin. Di 15’yê Sibatê bila her kes dakevin kolanan, komplo û tecrîdê şermezar bikin.”

Armanc Herekol

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina 25’emîn salvegera Komploya Navdewletî ku di 15’yê Sibata sala 1999’an de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêkanîn, ji bo sê rojan ango 13, 14 û heta 15’ê Sibatê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Çalakî li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi tevlîbûna zêdeyî 50 kesan destpê kir û her kêlî ji aliyê gel û xebatkarên wargehê vê tên ziyaretkirin.

Çalakvanên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne ji ajansa me re axivîn û bang li gelê Kurd kirin da ku di 15’yê Sibatê de bi girseyî li dijî komplo û tecrîdê dakevin qadan.

‘Heta azadiyê emê têbikoşin’

Çalakvana bi navê Gulê Gûzereşî diyar kir ku ew ji bo şermezarkirina komploya 15’yê Sibatê ji bo sê rojan ketine çalakiya greva birçîbûnê û got: “Em wek xelkê wargehê ketine çalakiya greva birçîbûnê. Em ji bo Rêber Apo di çalakiyê de ne. Em dixwazin tevahî gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabin çalakiyan li darbixin. Bila dayîkên Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat çalakiyên heyî xûrtir bikin û tevlî her cure çalakiyan bibin. Kesê ku bêje ez xwedî wijdanim û welatparêzim, divê di rojek wisa de bêdeng nemîne. Em vê komploya ser Rêberê xwe şermezar dikin. Kesên ku di vê koployê de cih digirin, em wan rûreş dikin û şermezar dikin. Kesên ku dibêjin, em mafê mirovan diparêzin, niha bêdengin, ma ev maf parastin e? Em wek dayîkên Mexmûrê, heta ku tecrîd li ser Rêberê me nerabe, em dest ji çalakiyan bernadin.”

‘Erka ciwanan fîzîkî azadkirina Rêber Apo ye’

Her wiha çalakvanê bi navê Neşed Kara hemû çalakiyên li seranserê cîhan û Kurdistanê hatine lidarxistin silav kir û wiha axivî: “Ez jî di destpêkê de komploya 15’yê Sibatê ku ji aliyê hêzên hegemonîk ve, di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî galên azadîxwaz hatî pêkanîn, şermezar û rûreş dikim. Ji destpêka komployê, heta roja me ya îro, bi hezaran çalakiyên bi nirx hatine pêkanîn. Niha jî li seranserî cîhan û her çar parçeyên Kurdistanê, di serî de li Mexmûr, Şengal, Rojava û Bakûrê Kurdistanê çalakiyên giranbaha hene. Em wan çalakiyan silav dikin û hezkirinên xwe ji çalakvanan re dişînin. Em jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ketine çalakiya birçîbûnê. Çalakiya girtîyan a greva birçîbûnê, em slav dikin û serkeftinê dixwazin. Bila her ciwanê Kurd bizane, em deyndarê Rêber Apo ne. Ciwanên Kurd bila ji bîr nekin ku erka wan a sereke bi fîzîkî azadkirina Rêber Apo ye. Ji bo wê divê her ciwan û jinên ciwan cihê xwe di her çalakiyê de bibîne û bi ruhê demê tevbigere. Wê serkeftin ya Rêber Apo û gelê azadîxwaz be.”

‘Emê Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin’

Herî dawî jî çalakvana bi navê Nalîn Gokalp wiha hestên xwe anîn ser ziman: “Ez jî wek ciwanek ê Mexmûrê, komploya li ser Rêber Apo hatî pêkanîn şermezar dikim. Ev demek dirêje ku xelkê Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiyan de ye û gelek çalakiyên cur be cur jî hatine pêkanîn. Niha jî em ji bo sê rojan ketine çalakiya greva birçîbûnê û armanca me diyare, emê Rêberê xwe azad bikin. Wek jinek ciwan, ez jî tevlî vê çalakiyê bûme û dizanim ku ev erkê min ê sereke ye. Divê ciwan xwedî li Rêber Apo derbikevin. Ev sê salin, em bi ti şêwazê agahî ji Rêber Apo nagirin. Divê em çalakiyên xwe hîn xûrtir bikin da ku em bikarin bi Rêber Apo re azad jiyan bikin. Her wiha ez çalakiya girtîgehan, gerîlayên serê çiya û çalakiya dayîkên edaletê û tevahî çalakiyan silav dikim. Bang li ciwan û taybet jî li jinên ciwan dikim, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyan li darbixin û tevlî çalakiyan bibin.”



Yorum Gönder

0 Yorumlar