Ticker

10/recent/ticker-posts

Welatiyek Mexmûrê encama gulebarana hêzên Iraqê de birîndar bû

Hêzên Iraqê carek din bi guleyan êrişê xelkê Mexmûrê kir. Di encama êrişê de welatiyek bi guleyê birîndar bû û rakirine nexweşxaneyê.


Hêzên Iraqê carek din bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana hêzên Iraqê ya li ser xelkê Mexmûrê de ciwanek birîndar bû û rakirine nexweşxaneyê.

Hate ragihandin ku ciwanê birîndar bûye navê wî Ehmed Emer Mijînî ye.

Hikumeta Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Bi dehan wesayîtên zirxî li derdora wargehê girtine û dixwazin derdora wê bi têlan dorpêç bikin.

Xelkê Wargeha Mexmûrê ji serê sibehê ve li dijî hewildanên dorpêçkirin û têlkirina wargehê li pêşiya hêzên Iraqê di nava çalakiyê de ne û nahêlin hêzên Iraqê bikevin wargehê de.

Hêzên Iraqê dema ku dîtin gel ji berxwedanê paşde gav na avêje, serî li rêbazên tundiyê dan û bi çekan êrişî gel kirin. Gel jî bi kevir û dirûşmeyan bersiva hêzên Iraqê dan.

Li dijî êrişên çekdarî yên hêzên Iraqê, berxwedana xelkê Mexmûrê bê navber berdewame.

Yorum Gönder

0 Yorumlar