Ticker

10/recent/ticker-posts

Şengal: Gelê Mexmûrê ne bi tenê ye

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê dan diyakirin ku êrîşên liser Mexmûrê ji hewildanên pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ên li ser Şengalê ne qutin û gotin: “Li himber van pilana heya dawî emê li ber xwe bidin.”

Ji saetên sibehê de hikumeta Iraqê dixwaze Wargeha Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) dorpêç bike. Li himberî vê hewildanê bi hezaran şêniyên Mexmûrê kon vedane û liber xwe didin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi daxuyayekê piştgiriya xwe a bi xelkê Mexmûrê re nîşandan.

Daxuyanî  li Navenda Şengalê ji aliyê Berdevka Yekitiya Ciwanên Şengalê Sara Botan ve hate dayîn. Botan di serîde  berxwedaniya gelê Mexmûrê silav kir û got: “Ev hewildanên hikumeta Iraqê yên li himber Mexmûrê êrîşin û em van êrîşa şermezar dikin. Em wek  civaka Êzidî û bi taybetî jinên ciwan  van êrîşa li ser xwe dibînin. Ev pilanên hevbeş ên dewleta Tirk û Iraqê ne li himber Şengalê û Mexmûrê tên kirin. Wek tê zanîn bi salaye gelê me yê Mexmûrê tekoşînek bê hempa dide meşandin û liber xwe daye. Hikumeta Iraqê jî wê nikaribe bi van pilanên xwe yên qirêj îradeya gelê Mexmûrê bişkîne.”

Di dewamê de hat diyakirin ku ev êrîşên li ser Mexmûrê ji hewildanên pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ên li ser Şengalê ne qutin û hat gotin: “Hewil didin çeteyên DAIŞ’ê derbasî Şengalê bikin, li ser herêmên gerîla êrîş dikin û gelê Mexmûrê dikin dorpêçê de, ev pilanên li dijî îradeya azad a gelanin. Bila dijmin baş zanibe ku ewê nikaribin vê  berxwedaniyê bişkînin û gel bê îrade bikin. Ji ber ku li ser vê xeta berxwedaniyê me bi hezaran şehîd dane. Em dibînin bi dehan caran Wargeha Mexmûrê ku li ser axa Iraqê ye ji aliyê dewleta Tirk a dagîrker ve hatiye hedefgirtin û bi balefiran hatiye bombebarankirin. Ji şûna ku Iraq li himber van êrîşa bibe xwedî helwest, pilanên dagirkeran ên dorpêçê pêk tîne.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî jî Dayê Wethê axivî û got: “Em wek gelê Şengalê kengê rastî êrîşa hatibin gelê Mexmûrê beriya herkesê li me xwedî deketiye û piştgiriya me kiriye. Em jî piştgiriya xwe a bi gelê xwe yê Mexmûrê re didin diyarkirin û dibêjin gelê Mexmûrê ne bi tenê ye. Gelê Mexmûrê ji ber zilmê  koçberî Iraqê bûye, eva niha li himber gelê Mexmûrê tê kirin ne edaletiye û lazime ev pilan bên sekinandin. Ev pilanên dorpêçkirinê hemwextin bi êrîşên li ser Şengalê re. Ji bo ev pilan pêk neyên emê heya dawî li ber xwe bidin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar