Ticker

10/recent/ticker-posts

Leşkerên Iraqê êrişî şêniyên Mexmûrê kirin: Welatiyek birîndar bû

Xelkê Mexmûrê dijî leşkerên Iraqê ku dixwestin li dora wargehê kuleyên xwe danin, derketin. Leşkeran êrişê xelkê kirin û ciwanek birîndar bû.

Hikumeta Iraqê carek din hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî( Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, ji danê siharê ve hewl dide, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike. Berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike.

Leşkerên Iraqê xwestin li dora wargehê kuleyên leşkerî danin û têl bikin. Lê xelkê wargehê hemberî vê rabû. Leşkerên Iraqê êrişî xelkê kirin û di encamê de ciwanek birîndar bû.

Berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî hewldana dorpêçkirinê heya niha dewam dike. Artêşa Iraqê jî hê jî hêzên xwe ji dora wargehê nebirine û dixwazin wargehê têl bikin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar