Ticker

10/recent/ticker-posts

Hevdîtin bê encam bû: Iraq bi zorê dixwaze wargeha Mexmûrê dorpêç bike

Artêşa Iraqê ji danê siharê ve dixwaze bikeve wargehê û derdora wê bi têlan dorpêç bike. Xelkê Mexmûrê dijî vê hewldanê berxwedana xwe didomîne. Şandeya li ser navê wargehê bi rayedaren Iraqê re civiya, lê Iraq israr dike ku derdorê têl bike. Xelkê Mexmûrê gotin ku wê berxwedan biserkeve.

Hikumeta Iraqê carek din hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî( Mexmûr) bi têlan dorpêç bike.

Danê siharê ve Artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, hewl dide, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike. Berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike û şêniyan dijî vê hewldanê kon vedan.

Beriya demekê şandek li ser navê xelkê wargehê bi rayedarên Iraqê re civiya, lê ti encam derneket. Piştî hevdîtinê Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak daxuyaniyek da.

‘Em îradeya xwe teslîm nakin’

Filîz Bûdak got; “Artêşa Iraqê bi leşker û polîsan û leşkerê xwe ve xwest derdorê dorpêç bike, vîn û îradeya me ji nedîtî ve bê. Em gelê Mexmûrê nêzî 30 sal in me îradeya xwe radestî kesê nekiriye, em nakin. Hikumeta Iraqê ti pirsgirêkên me çareser nake, ewlehiya me naparêze û niha dixwazin li dora wargehê kuleyan deynin. Her weke ku ti êrîşên esmanî ser wargehê nebe, dîsa bê pirsgirêk be, pêwîstiyên jiyanî nîne, tenê pirsgirêka ew e ku kuleyan deynin dora wargehê.

Ev saetek em bi hev re dişêwirin, diyar dikin ku bi israr wê kuleyan daynin. Ew îdîa dikin ku gel vê dixwazin. Me jî ji bo wan got; gel xwedî îrade ye û li vir e. Ev gel qebûl nake, 30 sal in têkoşîn dike. Tevî hemû nîqaş û gotûbêjê israr dikin ku kuleyan danin. Em jî weke civak gav bi şûn ve navêjin. Em îradeya xwe teslîmî wan pêşmergeyên ku werin li van kuleyan bisekinin, nakin. Gel li vir e, biryar a gel e. Tişta ji bo me bimîne berxwedan e em bikin. Pêwîst bike em ê bi şev û roj li vir rûnin. Em îradeya xwe teslîm nakin. Me îradeya xwe teslîmî dewleta Tirk nekiriye, teslîmî Iraqê jî nakin. Berxwedan jiyan e, yên ser bikevin em in. Rojava, Şengal bi ser ket wê Mexmûr jî bi ser bikeve.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ hatin berzkirin.

Berxwedana xelkê wargehê ya dijî dorpêçê dewam dike.


Yorum Gönder

0 Yorumlar