Şêniyên wargeha penaberan ya Mexmûrê dijî hewldanên dorpêçkirinê kon vedan û li ber xwe didin.

Danê siharê ve Artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxê, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, hewl dide, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike. Berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike û şêniyan dijî vê hewldanê kon vedan.
Tevî baranê jî bi hezaran şêniyên wargehê li ber derê seytereyê kombûne û dijî hewldana dorpêç û têlkirinê li ber xwe didin. Welatiyan kon vedane û dibêjin, ewê nehêlin derdora wan were têlkirin.
0 Yorumlar