Ticker

10/recent/ticker-posts

Artêşa Iraqê carek din dixwaze dora Mexmûrê bi têlan bigre: Gel li ber xwe dide

Artêşa Iraq ku duh hewl da derdora wargehê bi têlan dorpêç bike, danê siharê carek din bi hêzek mezin dixwaze bikeve wargehê û dora wargehê bi têlan dorpêç bike. Gel li ber xwe dide.


Hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Artêşa Iraqê duh danê siharê bi hêzek mezin, tevî çek û wesayîtên zirxî, ve xwest têkeve wargehê û dora wan bi têlan dorpêç bike. Berxwedana xelkê Mexmûrê bê navber dewamdike.

Di van kêliyan de carek din Artêşa Iraqê bi hêzek mezin, tevî çek û wesayîtên zirxî dixwaze bikeve wargehê û dora wargehê bigre. Xelkê Mexmûrê li seytereyê dijî vê hewldanê di nava berxwedanê deye.

Yorum Gönder

0 Yorumlar