Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Ji ber êşkenceyê laşê min reş û şîn bibû’


Fatma Gabar ku beriya 42 salan li gundê Şehrikan ya ser bi bajarê Şirnexê ji dayîk dibe, zarokatiyek bi reng di nava gelî û zozanên gundê xwe de derbaz dike. Ji ber ku ji mamostayên gund ditirse, naxwaze bixwîne. Di her kêliya jiyana xwe de stranên Kurdî dibêje û govendê digerîne. Bi belavbûna Tevgera azadiya Kurdistanê re gavên destpêkê yên ciwantiya xwe bi hestên tijî welatparêzî mezin dike. Her ku têkoşîna azadiyê mezin dibe, êriş û qirkirina dijmin ya li ser gundan zêde dibe. Fatma Gabarî ji ber girêdanbûn û pîvanên xwe yên welatparêziyê rastî êşkenceya dijmin tê û şahidî ji şewatên gund re dike.

‘Êşkence li jin û zarokan dikirin’

Piştî xwişka Fatma Gabarî başdarî nava refên têkoşînê dibe, êdî êriş li ser malbatê zêde dibe û wan neçarî penabertiyê dike. Ji bo malbat ji êrişên dijmin were parastin bi hevkariya gerîlayan li gel çend malbatên din yên milîsan ji gundê xwe derbazî gundek çiyayî yên ji ber dijmin hatî valakirin dibin. Bi êş û keserek mezin Fatma bi malbata xwe re dikeve ser rêya penaberiyê. Agahî ji wan re tê ku wê leşkerên Tirk û cerdevanên Toriyan êrişî gund bikin, beriya êrişê zilam û gerîlayên azadiyê ji gund derdikevin, ji ber ku nekarîn jin û zarokan di nava şertên çiya de biparêzin, wan li wir dihêlin. Dayîka Fatma wiha wan rojan bibîrdixe û vedibêje: “Roja piştî derketina hevalan, bi sedan cerdevan û leşkerên Tirk bi ser gund de girtin. Leşker li derdora gund man, cerdevan jî derbazî nava gund bûn. Em yek bi yek xistin ber lêpirsînê. Ji ber ku zimanê me ne wek yê gundiyên herêmê bûn, êşkence li jin û zarokan kirin. Me armanca pirsên wan dizanî ji bo wê jî me bersivên li gorî wan nedidan, ev yek jî êşkenceya li ser me zêde dikir. Ji ber êşkenceyê laşê min hemû reş û şîn bibû. Lê cardin jî min gotinek bi tenê jî ji wan re nekir. Di nava heftiyekê de her roj em lê pirsîn dikirin. Dema dayîka min got: ‘Em karkerên mala xwe ne û me zilam nîne em ji bo xwe diçin karê pembû.’ cerdevanan got, divê hûn biçin yê ku we dibe kar bînin vî gundî. Ez xistim di balefirek ya şer de û gotin emê biçin kesê ku we dibe kar bînin. Ew jî xistin ber lêpirsînê.”

‘Min serê xwe li ber wan ne danî’

Fatma Gabarî di berdewamiya gotinên xwe de daxuya kirin ku dewleta Tirk û cerdevanan ji bo êrişê li ser wan rewa bikin hemû rê û rêbazên dijmirovî bi kar di anîn û wiha got: “Cerdevanan ji min re digot, ‘Tû Çîçeka Kiçiyî, tû ji me re rast nabêjî.’ Min got, tiştek wisa tineye, hûn ne rast dibêjin, ez ne gerîla me. Giştî jinên ciwan yên di temenê min de di lêpirsînê re derbaz dikirin û bi destdirêjiyê gef li me dixwarin. Lê cardin jî min serê xwe li ber wan ne danî. Min navê malbata xwe jî neda wan ji ber ku dizanîn malbata me welatparêzin, xwişk û birayên min li gel rêxistinê ne. Dema rojekê cerdevan çûn serdana malbatên xwe, ez serê sibê li gel jin û zilamek wî gundî derketim. Dayîka min destpêkê got. ‘Neçe keça min tê werî girtin, dê te bikujin’, min got, ‘ezê biçim.’ Em wê sibehê zû ji gund derketin, dema em gihiştin xala kontirol wê malbatê ez kirim keça xwe û ez ji gund derxistim. Dema ez derbazî gundê din bûm, dayîkek milîs ku birayê min yê milîs nasdikir li min xwedî derket û ez bi hevkariya hevjînê xwe derbazî Sêrtê kirim.”

‘30 rojan di rê de man’

Dayîka Fatma di dawiya gotinên xwe de wiha got: “Piştî du rojan dayîka min û zarokên birayê min jî derbazî Sêrtê bûn, em nêzî salekê li wir man û ji wir jî derbazî wargehên penabaran yên Başûrê Kurdistanê bûn. Ji ber ku li gel me hevalên birîndar hebûn, em 30 rojan di rê de man. Dema em derbazî wargehan bûn, min dest bi karê tendirûstiyê kir. Ji ber ku bêhna îlacan ez bandor dikirim ji wir ez derbazî karê ciwanan bûm. Em dû, sê caran ji bo xebatên piratîkî û perwerdeyê derbazî Garê bûn. Bi qasî ku ji min dihat min karê diket ser milê xwe pêk di anî. Ez di sala 1999’an de li Wargaha Mexmûrê li ser daxwaza Malbata xwe bi hevjînê xwe re zewicîm. Min di nava êrişên dijmin û penabartiyê de jiyanek tijî zehmet derbaz kir lê rojekê jî min poşmantî û gilî ji vê jiyanê nekir. Ji ber ku me soz daye emê heta dawiyî şopdarê rêya şehîd û şervanên xwe bin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar