Navê PKK’ê bixwe karekterê vê demê nîşan dide. Heta demek dirêj xwe li ser vî esasî bi rêxistin kir. Di gelek têkoşînan de jin wek şoreşger hebûn lê nebi nasnama xwe bûn. Newekheviya di nav zayendan de wek hişmendiya zilamsalarî nedigirtin dest, dijberî vê wek zagon dihat dest girtin. Ji ber şoreşgerbûn dema şoreş çêbû ewê maf bidana jina û wê pirsgirek çareser bibûya. Xwediyê vê hişmendiyê bûn. Ev xefîkek ya sosyalîzma reel ya ku newekheviya heyî wek hişmendî, pergal, çîn, zilamsalarî nedigirt dest û dîtin herî zêde jin ketinê. Evana bûn şaşitiyên esasî ku têkoşîn û keda jinan bê encam bimîne. Gelek netewên qaşo şoreş kirine ji jina re gotin, ‘Biçin mutfaxê xwarinê çêkin û zaroka xwedî bikin’. Di nava PKK’ê de rê li ber nêzîkatiyên eger pirsgirêkê netewî û çînayetî bê çareserkirin dê ti pirsgirêk nemîne, vebûn. Ji aliyekî ve hişmendiya desthilatdar, pergal brokrasî û çînayetî wek hişmendiya zilamtî nedihat fêhmkirin. Li aliyê din jî bandora vê hişmendiyê çiqas li ser zayenda mê heye, nedihat dahurandin. Ev nêzîkatiya seranser di rêya çareserkirin û têkoşîna zayendperestî de zêde zahmetî dida avakirin. Rêber Apo şerê di nav xwe û fatma de jî baldikişand li ser vê rastiyê. Fatma çanda dewletê, çîn û jinên klasîk li dijî cinsê xwe dida meşandin û wek ku ew çanda dayîka xwedawend temsîl dike, îfade dikir. Ji bo vê têkoşînê digot, ‘Bê eman bû û mirov difetisand.’
Ya din
dema naskirin û bandora PKK’ê ya li ser civakê mezin bû, şerê çekdarî yê gerîla
hat destpê kirin û ji hemû çînan jin û xort beşdarî refên gerîla bû, nakokiyên
heyî mezin û pîr alî bû. Ji aliyekê ve fizîka jinê lawaz dihat dîtin, ji bo vê di
gotin nikare di şertê çiya de jiyan bike û şer bike. Li aliyê din jî bandora
olî û malbatgerî ya jin namûse û mulk dibîne pêwîst bê parastin di nava hevalên
xort de dihatin dîtin. Zilamên heyî ne dixwest yan jî nezanî wê çawa dev jî
desthilatdariyê berdin. Di aliyê jinê de jî rewş cûda bû. Bi tarzê divê em xwe
îspat bikin, em ne namûsin û mulkê kesê ne, xwe didan pêş. Jinan ne dixwestin
kole bin, lê nedizanîn wê çawa azad jî bijîn. Heta ne dizanîn ewê çawa bi hev re
jiyan bikin. Rêxistinbûna xweser ji wan re tiştekî pir xerîb bû. Wisa li jinan
hatibû kirin ku dû jin bê şer nikarin li gel hev jiyan bikin. Rêbertî dixwest van
şîfreyên zilamsalar bişkîne ji bo wê digot, ‘Hunê bi hev re, li beramberî
zilamtî û koletiya xwe şer bikin û hûnê bi serbikevin.’ Ev tîştekî nû û ji bo jinê
xeta ji derveyî aqil bû. Xwe bi xwe şer kirin, fermandariya vî şerî kirin,
fermana azadiyê ji bo xwe dayîn, ji vî şerê navxweyî bi serkeftî derketin
fethek mezin bû. Rêbertî jî ev ji jinê dixwest. Divê pentegonên xwedayan bihata
rûxandin û careke din parêzgehên xwedawandan bihata avakirin û wê ev yek jî ji aliyê
jinên Mezobotamya yên li çiyayê Kurdistanê bê kirin. Careke din li Mezobotamyayê
xwedawend û xweda wê biketiban nava şerekî bê eman, wê carek din xwedawend
teqez bi serbiketiban. Rûxmê per û baskên wan hatiye şikandin jî divê bi
serbikevin. Gelek zorî û zehmetî hatin kişandin. Gelek hevalên jin bi seqetî û şahadetê
ev bac dan. Hevalên jin bi destê çeteyan hatin qetilkirin û gelekan jî kevneşopiyên
heye derbas nekirin, ketin nêzîkatiyên lawaz û qutbûn. Gelek ji wan jî di zindanan
de êşkenceyên giran derbazkirin û bi salan têde man. Gelek jinên wêrek û
berxwedêr yên mîna Heval Sara, Bêrîtan, Azîme, Besê, Zîlan, Zekiye, Sema û bi
hezaran qehremanê ku me navê wan ne nivîsandiye têkoşiyan, nasnameya jin bilind
kir û bi lehengî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo jiyanek azad girêka
desthilatdarî û koletî ya penc hezar sal vekirin û bi desthilatdariyê re rû bi
rû man. Pejirandina vê hişmendiyê hem ji bo zilam hem jî ji bo jinê ne hêsanbû.
Belku
beşdarbûna nava refên PKK ne pejirandina vê jiyanê û gavek ji bo azadiyê bû. Lê
kesayeta heyî nedibû bersiva wê çawa were jiyankirin û dev ji elimandinên heyî
berdan ne hêsan bû. Van rewşan bi xwe re guhertin dida avakirin. Di gelek aliyan de ji bo jinan golek ku erênî
û neyênî tecrûbeyê jinan kom dibe di xuliqand. Li ser vê golê bedelên mezin hatin
dayîn û ji her alî ve xwesertiya jinê hat rûniştkandin. Jina ku xwe nasnekir, li
ser pirsên, rastiya jinê çiye? çawa ji rastiya xwe hatine dûrxistin? Wê çawa
xwe avabikin? lêkolîn kir. Rêbertî bi tevgera jin û dahurandinê xwe ev pêvajo
dan derbazkirin. Bi artêşbûna jin, pergal û partîbûna jinan re gavên ber bi vîn
û azadiya jinê ve hat avêtin û ev bi qasî mîladek nû girîng bû. Di encama têkoşîn
û bedelên giran de tevgera jina Kurd hat avakirin ev yek jî ne ji rêz bû. Jin xwe
nas kir, pergala heyî nas kir ya herî girîng bû xwedî zanebûn û rêxistinek
xweser. Îro dikare xwe bixwe biryara bigire, xwe bi parêzin û rêya alternatif bibîne.
Ev ne tenê ji bo jinên Kurd destkeftiyek bingeh bû ji bo jinên cîhanê bûye mînaka
jiyanek azad.
Wek têkoşîna
xelasiya netewî û têkoşîna tevgera femînîzmê hat dîtin. Ger bi giştî pergal
neyê guherandin û civak venegere cewherê xwe, ti destkeftî ne mayînde ye. Di
şoreşa Rusyayê de tabûrên jin yê xweser hebûn, partiya jinan hatinbûn avakirin.
Hema hema bi giştî li cîhanê rêxistinên xweser yê femînîst hebûn. Lê ji ber ku
mijara jinê ji pergal û çînayetiyê qût nedigirtin dest, heliyan û ketin di bin
xizmeta pergala baviksalarî de. Tesbît û têkoşîna şaş be, gotinên wê çiqasî
rast be jî encamên rast dernaxîne holê. Marks di sedsala 19’emîn de wek teorî
got, burjuwazî têkçû ji bo vê divê şoreşa ploreter bê kirin û ev şoreş bê jin
nabe. Di sedsala 20’an de Lenîn ev gotina wî pratîze kir. Qaşo şoreşê sosyalîst
kir. Lê ne burjuwazî ji ortê rakir, ne jî jin wek xwediyê şoreşan dît. Di encamê
de çî bû. Şoreşa sosyalîzmê encex 80’ê sal li berxweda piştre rûxiya û bi
koletiyek hîn kûr re rû bi rû ma û bû amûra meta ya bazirganiyê. Rêber Apo di
sedsala 21’emîn de got, ‘Şoreş bê jin nabe, lê bi jina heyî re jî nabe.’ Her
wiha got, ‘Ezê bi dil û mejiyê xwe bi jinan re bikevîm peywendiyê û ezê serê
wan ber bi ezmana ve rabikim.’ Ev gotin ferqa şêwazê Rêbertî nîşan dide. Bi
jinan nade windakirin. Belku wek jinên Kurd û tevgera jin me gelek bedelên
mezin da ji bo em bên vê astê. Lê heta Rêbertiya me bi fîzîkî azad nebe divê em
nebêjin me zahmetî dîtiye. Ji ber ku zahmetiya herî mezin Girava Îmraliye.
Di encamê
de hem têkoşîn li beramberî hişmendiya zilam, feodaltî û koletiya jin, hem jî
ji bo bi destxistina xweseriya jin, artêşbûn û partîbûna jinê hat avakirin. Di
vê têkoşînê de bi sedan jin jiyana xwe ji dest dan û hîn jî didin. Bi dehan
hevalê jin ji bo îrada jinan bidin qebûl kirin, bi roja di nava berfê de man,
barê ji bedana xwe girantir hilgirtin, mirin da ber çavê xwe û li beramberî hêzên
ku felsefeya PKK’ê napejirînin rawestiyan. Di encama keda Rêbertî de îro tevgera
jin hat avakirin û ji bo bi milyonan jinên azad ên cîhanê bûn hêvî. Îro herkes
vê di şopîne. Di vir de pirsa girîng ewe ku em wek jin çiqasî di ferqa vê keda
hatî dayîn de ne. Ji bo mezinkirina vê, em çiqasî ked ji bo jiyanek azad didin.
Sara
zerdeşt

0 Yorumlar