Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi koma 48’an didome

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 241’an de bi biryardariyek xurt berdewam dike.


Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan bi kombûna gel û çalakvanan ya bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 47’an Evîn Nêrwehî axivî.

Evîn Nêrwehî di destpêka axaftinên xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha peyîvî: “Wek tê zanîn ev 25 salin tecridek girankirî li ser Rêberê me dewam dike. Ev 3’ê salin bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin, emê bi çalakiyên xwe, hêrs û hêza xwe dijmin bişkênin û bi serbikevin. Em vê komployê şermezar û rûreş dikin. Heta ku em Rêberê xwe azad nekin, emê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

Piştî axaftinê, çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe’ dewrî koma 47’emîn hat kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar