Bersivên gel:
- Tarzê
jiyanê ye.
- Civakbûn
e.
- Antî
dewlet e.
-
Berxwedan e.
- Komûnalbûn
e.
- Şêwazek
nû ye.
- Pêşketin
e.
- Li xwe
veger e.
-
Nûjenkirin e.
- Rêbazek
exlaqî ye.
Modernîte;
li hemberî desthilatdarî û îtaetê terzê jiyanê û ramana ku azadî, demokrasî,
humanîzmê û mafên mirovan diparêze ye. Her wiha tê wateya ku civak terzê jiyana
xwe li gorî şert û mercên nû diguherîne, lê ya berê înkar nake, tenê veguherînê
pêktîne. Modernîzm bi wateyekî giştî xwedî wateyekî felsefîk e jî. Ev têgeh di
felsefeyê de ji bo rewşengeriyê jî tê bikaranîn. Yanî wekî ramaneke ku li ser
bingehê humanîzm, gerdûnîbûn, demokrasiyê bilind dibe û civakê, mirovan wekî
navend digire, tê pênasekirin. Ger ku em rastiya, “Mirov bêyî civakîbûnê
nikarin bijîn û bi civakîbûnê re dibe mirov” li ber çavan bigirin, modernîte tê
wateya “terzê jiyana civakê ya demekê.” Bi gotineke din modernîte terzê jiyanê
yê civaka li derveyî dewletê dimîne ye. Ango di aliyê madî, manewî û exlaqî de
terzê jiyana civakê ya serdemekê ye. Rêber Apo di vê çarçoveyê de modernîteyê
wekî, “çax, serdem” binav dike. Ji bilî aliyê madî, manewî û exlaqî, peyva moda
jî li ser ve dike û bi giştî wekî “terzê jiyanê yê civakê” pênase dike.
Modernîte
gelêrî û aydî civakê
ye
Ger ku em
li gorî pênasekirina li jor hatiye kirin nêzîk bibin, têgeha “modernîte”yê heta
dawiyê gelerî ye, ango aydê civakê ye. Hinek kes û derdor modernîteyê li
derveyî civakê, wekî ku tiştekî ji civakê gelekî pêşdetir e û aydî dewlet,
kapîtalîzmê, wekî aydî burjuvaziyê dinirxînin. Bi vî rengî jî tişteke ku di
rastiyê de aydî civakê ye, bi destên xwe didin desthilatdariyê û dibêjin,
“kerem bike, ev aydî te ye.” Ev derdorên ku dibêjin; “em li dijî kapîtalîzmê
têdikoşin”, bi vê helwesta xwe xizmeta kapîtalîzmê bixwe dikin. Sedema vê yekê
jî ew e ku kapîtalîzm her tiştî wekî aydî xwe nîşan dide û têgihîştina van
derdoran jî di vê çarçoveyê de ye. Ango sîstem tam tehlîl nekiriye, paşeroj
zêde lêkolîn nekirine û rastiya civakê tam fêhm nekirin e. Jixwe desthilatdarî
jî vê yekê bi texsîr li hemberî civakê bikar tîne. Ango tiştek aydî civakê dibe
çekek li hemberî wê bixwe.
Baş e,
mademkî tiştekî gelêrî ye ji bo dewletan, ji bo şaristaniya navendî çima tê
bikaranîn? Modernîteya ku li hemberî modernîteya kapîtalîst e. Baş e,
modernîteya kapîtalîst çi ye? Modernîteya kapîtalîst 400-500 salên dawî yê
şaristaniya navendî ye. Mantiq ev e, eger ku desthilatdarî heye û her kes nabe
ku bibe desthilatdar û wê demê hemberî wî berxwedan heye. Sîstema
desthilatdaran hebe, qasî ya wan bi rêkûpêk nebe jî berxwedana civakê heye.
Berxwedana nirxên demokratîk û komûnal heye. Baş e, beramberî vê sîstemê piştî
sedsala 16. sîstema şaristaniya demokratîk xwe bi çi îfade dike? Xwe bi
moderniteya demokratîk îfade dike. Ji ber ku her tim dijberî hevdû ne. Ji bo wê
yekê jî moderniteya kapîtalîst 400-500 salên dawî yê şaristaniya navendî ye,
modernîteya demokratîk jî 400-500 salên dawî yê jiyana demokratîk e.
Rêber Apo dibêje;
“Di cewher de peyva modernîteya kapîtalîst ne rast e.” Ji ber ku kapîtalîzm
bixwe civak nîn e. Me got civakîbûnê û exlaq tine dike. Kapîtalîzm tarzekî
desthilatdariyê ye. Her wiha Rêber Apo dibêje; “Di çanda dewletbûnê de kîjan
dewlet çanda dewletbûnê de hakîm be, ew modernîteya şaristaniya navendî ya wê
demê temsîl dike.” Modernîte jî wekî yek be tê dest girtin. Niha mirov yekî
Rojavayî (Ewrûpî) bipirse, wê bibêje modernîte yek e, ew jî modernîteya
kapîtalîst e. Modernîte dû girtin nîn e, ji ber çi wisa ye? Ji ber ku ew bi
giştî di dema şaristaniya navendî de bi taybet jî di dema kapîtalîzmê de li
derveyî dewletê tiştekî nabînin, lewma her tiştî di çarçoveya dewletê de digrin
dest. Dewlet her tişt e, sîstema kapîtalîst her tişt e, li derveyî wan tiştek
nîn e... Lê, em çi dibêjin? Em dibêjin dewlet ji avakirina xwe heta roja me ya
îro tiştekî cuda ye, civak tiştekî cuda ye. Ev ji bo civakên bi dewlet jî wisa
ye, ji bo civakên bi her awayî bê dewlet jî wisa ye. Mînak, dewleta KT’yê cûda
ye, gelê Tirkiyeyê cûda ye. Tarzê jiyana gelê Tirkiyê cûda ye, tarzê jiyana
dewletê cûda ye. Mînak, dema çalakiya karkerên Tekel’ê, dewletê got: ‘Ev çalakvan
esnafan aciz dikin û pêwîste çadirên wan rabin.’ Esnafan digot; ‘ tiştekî wisa
nîn e, em memnûn in ji wan, eger em kêrî wan bên emê kêfxweş bibin.’ Ev
helwestên cûda tarzê jiyana desthilatdaran û gel pir vekirî dide xûyakirin. Ji
ber vê jî dewlet nabe ku bibe ya gelan. Dewlet a hin kesane. Dewlet a
desthilatdaran e.

0 Yorumlar