Fermandarê Hêzên Qudis ên Îranê Îsmaîl Qaanî li Bexdayê ye, tê gotin Qaanî li ser mijara serokkomariya Iraqê wê bi aliyên siyasî re bicive.
Li gorî rojnameya New Arab xelîfeyê Fermandarê Supay Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî ku li Iraqê ji aliyê Emerîkayê ve hatibû kuştin, Îsmaîl Qaanî li Bexdayê ye.
Li gorî di rojnameyê, Fermandarê Supay Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî duh bi şev gihiştiye Bexda yê. Weke ku di rojnameyê de hatî ragihandin wê Qaanî li ser mijara serokkomariyê li gel YNK û PDK’ê bicive.

0 Yorumlar