Fermandarê Xwebexş ê Pêşmergeyên YNK’ê Xazî Feysel diyar kir ku li şûna çeteyên DAIŞ’ê yên li çiyayê Qereçûx bidin li Wargeha Mexmûrê didin û got: “Êrişa ser Wargeha Mexmûrê xiyanetek a Wezareta Parastina Iraq û Wezareta Pêşmergeyan e. Êriş dema ku efserên bilind tên Mexmûrê pêk hat. Wek YNK em daxwaz dikin ku rê li êrişên Tirkan bê girtin.”
Fermandarê Xwebexş yê Pêşmergeyên YNK’ê ya li Navçeya Mexmûr Xazî Feysel têkildarî êrişa dewleta Tirk a 5’ê Tîrmehê ya li ser Wargeha Mexmûrê û armanca şandeya leşkerî ya paye bilind a Iraqê ku di nav de fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Fermandarê Hêzên Hevbeş û gelek fermandarên di rûtbeyên cûda de di heman roja êrişê de, li Navçeya Mexmûrê hevdîtin çêdikirin ji ajansa me re nirxand.
‘Êrişa ser Mexmûr xiyanetek a Wezareta Parastina Iraq û Wezareta Pêşmergeyan e ye’
Xazî Feysel di destpêka axaftina xwe de êrişa ser Wargeha Mexmûrê bi tûndî şermezar kir û got: “Dewleta Tirk jin û zarokên Kurdan bombebaran dikin. Rêxistinên cîhanî û dewleta Iraqê û herêm bêdeng in. Di demekî ku civîna Wezareta Parastin û Wezareta Pêşmerge, li Mexmûrê di civînê de bûn, di heman demê de balafirekî Tirkiyeya dagirker êrişî Wargeha Mexmûrê kir. Ev êriş gelek dijminkarane ye. Di warê yasaya leşkerî de jî xiyanetek mezin a Wezareta Parastina Iraqê û Wezareta Pêşmergeye.”
‘Li şûna ku DAIŞ’ê bê bidin, li wargehê dixin’
Xazî Feysel di nava axaftinên xwe de roja êrişê bibîrxit û bal kişand ser civîna di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Parastina Iraqê de ku di heman kêliya êrişê de li navçeya Mexmûrê pêkdihat û wiha pêde çû: “Êriş dema ku efserên bilind têne Mexmûrê ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve pêk tê. Ev civîn taybet li ser DAIŞ’yên li Qereçûx bûn, lê xelkê herêma me, ji van civînan bêhêvîne. Ev 5 sal e DAIŞ li Qereçûx hene û herdu wezaret dicivin, lê her DAIŞ maye. Mixabin, pirsgirêka mezin a şêniyên navçeyê, DAIŞ’yên li çiyayê Qereçûx e, li şûna ku li DAIŞ’yên li çiyayê Qereçûx bidin, tên Wargeha Mexmûr bombebaran dikin. Em weke Fermandariya YNK’ê daxwazê ji hikûmeta herêm û hikûmeta Bexdayê dikin, rê li pêşiya êrişên Tirkiyeyê bigirin û wargehê biparêz in.”
‘Hikumet nikare xaka xwe biparêze’
Fermandarê Xwebexş ê Pêşmergeyên YNK’ê Xazî Feysel di dewama axaftinên xwe de anî ziman ku di civînê de qala wargehê nehatiye kirin û wiha domand: “Civîn tenê li ser DAIŞ’iyên li Qereçûxê bû, ne li ser wargehê bû. Lê, dema di vê civîna leşkerî de, êrişî Wargeha Mexmûrê kirin. Ev ji bo Wezareta Pêşmerge û Wezareta Parastinê şermezariyeke. Ne dibû ku di vê dem û vê rojê de êrişî wargehê bikin. Her tim û di hemû yasayên welatan de, eger welatek axa wê derbas bike, binpêkirina yasayên navneteweyî ye û leşkerî ye. Ti yasa û destûr rê nade êrişî welatê cîran bikî. Ev êrişane lawaziya hikûmetê ye. Ango hikûmet nikare xaka xwe biparêze. Pêwîst bû her di vê demê de Wezareta Parastinê ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek hevbeş li dijî êrişa Tirkiyeyê ya li ser Wargeha Mexmûr bidayan.”

0 Yorumlar