Serokwezîrê Brîtanya Borîs Johnson piştî îstîfayên li pey hev ên ji hikûmetê, ji serokatiya partiya muhafezekar îstîfa kir.
Di
hikûmeta Johnson de ji roja Sêşemê ve 5 wezîr jî di nav de herî kêm 60 kesan
îstîfa kirine. Di bin zextên zêde de, Borîs Johnson neçar ma ku ji serokatiya
Partiya Muhafezekar îstîfa bike.
Tê payîn
ku Partiya Muhafezekar heya payîzê kesê ku wê bê cihê Johnson destnîşan bike.
Johnson jî neçar e ku kursiya xwe radestî serokê nû bike.
Li gorî
kanala ÎTV’yê, Borîs Johnson danê sibê berî ku dest ji kar berde, telefonî
Qralîçe Elîzabeth a 2’emîn kir.
Di rojên
dawî de ji bo Johnson îstîfa bike bang li hikûmetê û partiyê dihatin kirin.
Nerazîbûnên
li hemberî skandalên pîrozbahiyên neqanûnî yên li Serokwezîrtiyê yên bi rexmê
tedbîrên şewba koronayê, bi mehan bû ku zêde dibûn.
0 Yorumlar