Ticker

10/recent/ticker-posts

Ciwanên Kurd û Ereb tevlî nava refên gerîla bûn

Tevîbûna ciwanan a nava refên gerîla didome. Komek ji ciwanên Kurd û Ereb ên tevlî nava refên gerîla bûn, di çarçoveya Pêngava Komelên Ciwan a dirûşma ‘Li dijî dagirkerî û xiyanetê, werin cenga azadiyê’ de bang li ciwanan kir ku tevlî nava şoreşê bibin.

Komek ji ciwanên Kurd û Ereb ên tevlî nava refên gerîla bûn, bang li tevahî ciwanan kirin ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaneke azad, tevlî têkoşîna azadiyê bibin.

Daxuyanî bi zimanê Erebî hate xwendin û ev bang hate kirin:

“Pêvajoya ku em tê de ne, ji bo tevahî gelên bindest û azadîxwaz, pêvajoyeke hesas e. Rewş û aloziyên ku sîstema modernîteya kapîtalîst di nav de ye, ji bo derketina ji krîzan, êrîşên xwe yên li ser gelên azadîxwaz zêdetir dike.

Bi êrîşên li ser gelê azadîxwaz û tevgera azadiyê, hêzên faşîst dixwazin hebûna xwe bidin domandin. Hebûna xwe jî bi pêkanîna komkujiyên li ser gelan misoger dikin. PKK a weke tevgera gelan e, li dijî vê faşîzmê ji mirovahiyê re bûye hêvî.

Ji dema destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê û vir ve, êrîşên wan ên li ser herêmê û daxwaza têkbirina vîna herêmê ya ku li ser sîstema demokratîk a bi fikir û felsefeya Rêber Apo û xeta fedayî hatî ava kirin, kêm nebûye.

Dewleta Tirk a faşîst, bi girankirina tecrîda li ser Rêber Apo, bi êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, ku bi hevkariya PDK’ê daye destpêkirin, dixwaze vîna gelan bişkîne. Heman demê, dîsa bi rêya MÎT’ê, bi binpêkirina mafên exlaqî, weke bikaranîna çekên kîmyewî û taktîk nûkleer, ya li dijî gerîla hate bikaranîn, xwest gerîla têk bibe. Lê belê gerîla bi berxwedana xwe ya dîrokî rê li ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk girt, ji destê gerîla derbeke giran xwar. Dewleta ku dixwaze xwe li ser hêviya Osmaniyan ji nû zindî bike, li hember gerîla têk çûye. Gerîla bi berxwedana xwe ji dewleta Tirk re sînor danî.

Em ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê yên Kurd û Ereb, ji bo tolhildana şehîd Jiyan û tevahî şehîdên Zap û Metîna, li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, soza tevlîbûna nava refên gerîla didin; da ku em berxwedan û têkoşîna heyî hîna zêdetir xurt bikin.

Çawa ku berxwedana zîndanan bi serket, Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêş ket, wê tevlîbûna me ya li çiyayên Kurdistanê jî, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkîne. Em ê planên dewleta Tirk a faşîst têk bibin, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar