Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê ji bo jinan semînera li ser 8’ê Adarê

 Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê têkildarî girîngî û wateya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ji bo jinan semînerek hat dayîn.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê têkildarî girîngî û wateya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ji bo jinan semînerek hat dayîn. Semîner bi kombûna jinan a li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Xantûr Kara di semînerê de axivî.

Xantûr Kara di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta şehîdên jin de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bibîr anî û wiha got: “Di encama avabûna 8’ê Adarê de gelek bedelên giran, jinên têkoşer, zana û bedew gihiştine mertebeya şahadetê. Her çiqasî ji bo ev roj were jiyanîkirin, ew qas jin gşhiştine şehadetê jî, mirov dikare bêje di wê rojê de ev roj nehatiye fermîkirin, piştî wê bi salan bi têkoşînên pir mezin,  giranbiha ev roj hatiye fermîkirin û îro li seranserî cîhanê tê pîrozkirin. Li ser vî bingehî em dikarin bêjin wek jinên Wargehê Mexmûrê, bi taybet weke xebatkarên jin yên ku îro li vê derê kom bûne, em destpêkê li we pîroz dikin. Ji ber ku dema mirov temaşeyî jiyana we dike, ev sih salin têkoşîn û berxwedaneke bêhempa ji aliyê jinên ku li vê derê dijîn ve tê meşandin. Her wiha em 8’ê Adarê li jinên têkoşer yên ku îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê di çeperên şer de li hemberî hemû cûrên teknolojiya pêşketî li berxwe didin pîroz dikin. Dîsa em li jinên enternasyonal yên ku li welat û derveyî welat xebat didin meşandin em 8’ê Adarê li wan pîroz dikin.”

Kara got; “Bêgûman weke jin em nikarin tekoşîn û berxwedana xwe di çarçoveya rojek ya 8’ê Adarê yan jî rojekî wekî 25’ê Mijdarê de sînordar bikin. Ji ber ku em dibînin yên ku rojane di nava civakê de tên qetilkirin û tecawîzkirin, jinin. Ji bo wê jî mirov dikare bêje di nava salê de hemû rojên me rojên berxwedanê bin, enceq em bi vê rêbazê bikaribin li hemberî desthilatdariya zilam ya ku li ser jinê ferz dike, serkeftina xwe mîsoger bikin.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar