Çalakvanên jin yên çalakiya greva birçîbûnê diyar kirin ku divê jin hîn zêdetir xwe di azadkirina Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan de berpirs bibînin û gotin: “Divê jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo, tecrîda girankirî birûxîne.”
RAHMÎ YAGMÛR
Ev 24 mehin gelê Kurd bi ti awayî agahî ji Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan nagirin, her roj dewleta Tirk a faşîst bi hincetên cûda tecrîdê girantir dike. Ji bo şikandina vê tecrîdê, li Kurdistan û derveyê Kurdistanê çalakiyên cûr be cûr hatine destpêkirin. Divê çarçoveyê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ev 23 rojin çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Têkildarî çalakiya greva birçîbûnê çalakvanên koma 13’yan li ser armanca çalakiya xwe ji ajansa me re axivîn.
‘Armanca me fîzîkî azadkirina Rêber Apo ye’

Qazê Mijînî, çalakiyên beriya niha li wargehê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîrxist û wiha got: “Ji bo fîzîkî azadkirina Serokatî çalakiya nobetê ya ku di 10’ê Mijdarê de hatî destpê kirin, di 1’ê Sibatê de ev çalakî vegeriya çalakiya greva birçîbûnê. Em jî niha cihê xwe di çalakiya greva birçîbûnê de digirin, armanca çalakiya me fîzîkî azadkirina Rêber Apo ye. Ji ber ku ev 25 sale Rêbertiya me di bin tecrîdek girankirî de ye, heta em negihin aramanca xwe emê di nava çalakiyan de bin. Di vê pêvajoyê de çi ji me bê xwestin em amadene. Em bang li hemû gelê Kurd û gelê azadîxwaz dikin ku di vê demê de em yek girtina xwe çêbikin û Rêbertiya xwe ji tecrîdê rizgar bikin. Pêwîste em jin zêdetir xwedî li Rêber Apo der bikevîn, ji ber ku yê maf dayî jinê û ji bo azadiya jinê têkoşîn kirî Rêber Apo ye.
‘Rêber Apo ji bo jinan felsefe û Îdeolojiye’

Çalakvana bi navê Qîmet Nerexî jî têkildarî çalakiya greva birçîbûnê axivî û got: “Ev 25 salin Rêberê me di bin tecrîdek girankirî de li gireva Îmraliyê tê ragirtin. Wek jinên Kurd Rêber Apo ji bo me xeta sor e. Ji bo wê jî divê bi taybet em wek jin bi fikir û felsefeya ku Rêbertî bi me dayî fêhmkirin, li Rêbertî xwedî derbikevin. Dewleta Tirk bi hemû êrişên xwe her çiqas hewilda bi ruhî Rêber Apo ji me qutbike lê nekarî. Ji bo wê ev 25 salin, Rêber Apo bi tecrîdek girankirî re rû bi rû ye. Wek gelê wargehê, ev nêzî mehekê ye me çalakiya greva birçîbûnê dayî destpêkirin, armanca çalakiya me ewe ku heta em Rêberê xwe bi awayek fîzîkî di nava xwe de nebînin, emê bi ti awayî gav paşde na avêjin. Rêber Apo ji bo jinan felsefe û îdeolojiye, azadiya jin bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re gengaze. Pêwîste bi taybet jin li kuderê dibe bila bibe heta ku Rêber Apo bi fîzîkî neyê azadkirin her tim li ser lingan bin.”

0 Yorumlar