Ticker

10/recent/ticker-posts

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 25’an de dewam dike

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibata 2023’an de ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 25 roj li pey xwe hişt.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 25 rojin berdewam e.

Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 13’an ve hate dewrgirtin. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 12’an Çîdem Uren axivî.

Çîdem Uren di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser kompoya navnetewî û wiha got: “Beriya 25 salan Rêbertiya me bi komployekî hate dîlgirtin. Dijmin bi vê komployê xwest gelê Kurd qirbike û Rêbertî ji me dûr bixe, lê Rêbertî hertim di dilê me de ye. Dibe ku di aliyê fîzîkî de ne li gel me be, lê di aliyê îdeolojî gel me ye. Emê heta azadiya Rêbertiya xwe di nava çalakiyan de bin. Ji bo wê jî em bang li gelê Kurd dikin ku pêwîste divê pêvajoyên de erk û berpirsyatiyên xwe rabin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar