Şêniyên Wargeha Mexmûrê: “Em sersaxiyê ji mexdûrên erdhejê re dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. KCK û HPG’ê biryardan ku ji ber erdhejê çalakiyên leşkerî rawestînin, ev biryar biryarek exlaqî ye. Lê belê rûxmê erdhejê jî artêşa hov a Tirk bi çekên qedexekirî û kîmyawî êrişên xwe bê navber berdewam dikin.”
Armanc
Herekol
KCK’ê û
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku hêzên wan ji ber erdhejê çalakiyên xwe
rawestandine. Lê belê rûxmê vê biryarê jî artêşa Tirk bê navber êrişî gelê Kurd
dike û bi çekên qedexekirî êrişên xwe berdewam dike.
Şêniyên
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî vê biryara KCK-HPG’ê û
nêzikatiyên dewleta Tirk a li beramberî gelê Kurd, ji rojnama me re axivîn û
dan zanîn ku ti caran dewleta Tirk dest ji dijmintiya gelê Kurd bernade.
‘Bi
zanabûn Kurd hiştin dibin wan xerabeyan de’
Dayîka
Hacer Mijînî di destpêka axaftinên xwe de sersaxî ji mexdûrên erdhejê re xwest
û got: “Em şifaya xêrê ji birîndaran re dixwazin. Beriya ku erdhej çêbibe, ev
erdhej dihat nîqaşkirin û dihat zanîn wê erhejek wisa çêbibe. Lê belê rûxmê vê
yekê jî, dewleta Tirk a hov ti xebat nekir. Dewleta Tirk xaniyên xirabe û ne
sererast çêkirin, di xaniyan de ti parastina dijî erhejê nînin. Piraniya kesên
ku jiyana xwe ji dest dayîn Kurdin. Em sersaxiyê ji wan re dixwazin û em
dizanin dewleta Tirk bi zanabûn Kurd hiştin bin wan xirbeyan de. Dewleta Tirk,
Kurd hiştin di bin wan xirbeyan de û ti alîkarî nedan wan. Heta niha jî dewlet
nahêle gel biçe alîkarî bide mexdûran. Ev nêzikatiyên dijminane, ji berê de
heye û wê ti caran dijmintiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan xilas nebe.”
‘PKK
partiyek exlaqî û wijdanî ye’
Dayîka
Hacer têkildarî biryara KCK û HPG’ê ya ku ji ber erdhejê rawestandina çalakiyên
leşkerî ev tişt gotin: “Gerîla zarokên me ne û biryara wan di cih de ye. Ji ber
ku PKK partiyek wijdanî û exlaqî ye, ji bo wê jî wisa nêz dibe. Ger bê xwestin
wê gerîla biçe wan mexdûran jî ji bin wan xirbeyan derbixin. Ji ber ku PKK ya
gele. Lê belê dewleta Tirk berovajî PKK’ê ye, dewleta Tirk dijî gel e. Gerîla
ji ber erdhejê got, em çalakiyên leşkerî lidarnaxin û emê bikevin di pozîsyona
parastinê de. Lê dewleta Tirk rûxmê vê erdhejê jî her roj êrişî gelê Kurd û
Tevgera Azadiyê dike. Rojane çekên kîmyawî bikartînin. Ev rastiya dewleta Tirk
e.”
‘Sedema
evqas miriyan dewlete’
Her wiha
li ser heman mijarê Mihemed Salih Kadûnî jî axivî û di destpêka axaftinên xwe
de diyar kir ku ji ber xemsariya dewleta Tirk ewqas kesan jiyana xwe ji dest
dane û wiha axivî: “Erdhejek mezin çêbû û gelek kesan jiyan xwe ji destdan. Em
wek gelê Mexmûrê sersaxiyê ji malbatan re dixwazin û şifayê ji birîndaran re
dixwazin. Bûyerek gelek mezine, sedema evqas miriyan jî dewleta Tirk e. Ji ber
ku ti tedbîrên dijî erdhejê nehatine girtin.”
‘Tirkiye
dewletek a çeteyan e’
Herî dawî
Mihemed Salih behsa nêzikatiyên dewleta Tirk a li dijî Kurdan kir û wiha
axaftinên xwe domand: “KCK û HPG’ê ji ber erdhejê biryar dan ku çalakiyên
leşkerî nekin. Ev biryar biryarek wijdanî û mirovî ye. Lê em dibînin di nava
evqas aloziyan de jî, dewleta Tirk a hov êrişî Kobanê dike û li çiyayên
Kurdistanê çekên kîmyawî bikar tîne. Dewleta Tirk, dewletek ya çeteyan e, ti
wijdan û exlaqê wan nînin. Carekdin jî dewleta çeteyan rûyê xwe yên qirêj
nîşanî tevahî mirovahiyê da. Em van êrişan şermezar dikin û em bang li OPCW
dikin ku êdî li erk û berpirsyartiyên xwe rabin.”
%20(B%C3%BCy%C3%BCk).jpeg)


0 Yorumlar