Ticker

10/recent/ticker-posts

ERDHEJ ÇAWAN ÇÊDIBE?

Erdhej yan jî zelzele, enerjiya ku di qaşilkê erdê de ji nişkave derdikeve û weke pêlên sîsmîk bi ser rûyê erdê ve belav dibe. Ji ber vê yekê erda ku em li ser dijîn diheje û karesetên mezin diqewimin. Erdhêj bi temamî bûyerek xwezayiye û girêdana wê li ser gotinên olî an tiştên dînî nîne. Ji xwe ji afirandina dinyêyê heta niha bi milyonan erdhêj çêbûne.

Me behsa pêlên sîsmîk an aktîvîteya sîsmîk mezinahî û bandora erdhejê tarif dike. Erdhej bi xêra Sîsmografîyê tên pîvan û zanistiya bi vî karî mijûl dibe jî Sîsmolojiye.

Di derheqê  pîvanan; “Moment magnitude scale” ku navê wêyê kevin olçeka Richter e û li gorî Rîchterê erdhejên di bin 3’an de em pênahesin belê yên li ser 7’an de gelekî bi xeterin.

Agahiya herî girîng ku cihê erdhej lê pêkehatiye. Gelo çiqas di bin erdê de erdhej çêbûye. Olçeka Mercalli, hêza erhêjê dipîve û dibêje çiqasî nêzî rûyê erdê bê wê ewqasî xerab be.

Başe gelo ev erdhêj çima çêdibin? Erdhejên li ser rûyê cîhanê car caran xwe weke leqanê û car caran jî cihgûhertinê nişan dikin. Erdhêj dibin sedemê gelek tiştan. Car caran rê didin destpêkirina tûsûnamiyan û car caran jî dibin sedema aktîvbûna çiyayên volkanik û hwd…

Erdhej piranî bi qelişandina xetên şikestî yên fayê (fault line) derdikeve holê. Belê sedem ne tenê eve. Car caran dibe ku mirov jî bibe sedema erdhejan. Weke mînak, teqîna mayînan, ceribandinên nûkleerî û şemitîna axê û hwd…

Di bin erdê de bombeyên nûkleerî cerîbandiye û çêbûye, em nikarin bêjin raste belê em nikarin bêjin derewe jî. Dibe ku ew tişt çêbûyîbe û ev erdhêj dehfdabe.

Jixwe lewhaya Erebîstanê, lewha Ewrasya nîşan dide û hersal 2 cm çiyayên me bilindtir dibin. Ev enerjya ku dighêje serhev gelekî bi hêze û hete ku wê rojekê dîsa biteqe.

Erdhej çend beşin?

Erdhejên bi şiklên şikestinan hene. Dip-slip-fault tên binav kirin û çend şiklên wan hene.

Car caran bi ser hev tên, car caran jî tersî hev dikevin. Erdhejên ku piraniya xwe li ser ruyê erdê çêdibin ji ber vê mîratê pêk tê.

Şikestina ev xetên fayan bi 3 awayî dibe. Yek jê ji hêla xwar ve ji ser hev dişemite û dişkê an şikestina xwar, yek jî ji hêla xwar bi tersê de dikeve û dişkê an şikestina ji hêla rast a dawî ji şemitîna normal û şekistina xetê ye. Hun dikarin weke 2 perçeyên sabûnê ku ji ser hev bi çend şikla bişemitîne bifikirin.

Erdhejên paşhev (successive earthquakes) gelo çine?

Piştî erdheja mezin gelek erhejên biçûk rû didin. Em ji wan erdhejan re dibêjin erdhejên paşhev. Ev erdhej li navenda erdheja mezin pêk tên, belê hêzên wan piranî gelekî qelsin. Gelo her dem erdhejên paşhev berî erdheja mezin çêdibe? Na! Dibe ku car caran erdhejên paşhev berî erdheja mezin çêbibe û piştî wê erdhejek hîn jê mezintir çêbibe.

Divê em ji bîr nekin ku li ser rûyê erdê hinek herêm hene ji hêla erdheja gelekî aktîfin û firtoneyên erdhêja bi dû hev li wan herêman diqewime û em jê rê dibejin Firtoneyên Erdhêjan.

Li ser rûyê erdê di salekê de nêzî 500.000 erdhej çêdibin û em tenê bi 100.000’î wan dihesin. Ev erdhej piranî li Kurdistan, Tirkiye, Pakîstan, Şîlî, Gûatemala, Îran, Portogal, Zelanda Nû, Îndonesya, Perû, Japonya, Italya, Yewnenîstan û Emerîka çêdibin. Erdhejên gelekî bi hêz kêm caran çêdibin belê yên qels bi hezar caran xwe nîşan didin û piranî ew weke sîstemek alarmê ye. Dibe ku her dem li cihekî erdhejek gelek mezin çêbibe.

Gelo erdhej pir çê dibin?

Erdhej weke me got bi hezaran çê dibin belê li gor olçekên xwe tên gûhertin. Dema em binerin erdhejên bi qasî 7.0 û li ser wê di van salên dawî de kêm bûne lê belê dîsa jî xeterî herdem berdewame. Heta erdhejên ji 8.0 mezintir jî rû didin. Di dîrokê de mînak pirin belê em dibînin ku li gor berê erdhejên ji 7.0-7.9 mezintir pir kêm bûne. Belê herdem îhtîmal heye li cîhekî ser erdê erdhejek mezin rû bide.

Gelo Erdhejên Çêkiri an Sûnî hene?

Dibe ku ji ber karê mirovan jî erdhej pêk werin. Dema mirov bendav û pirên gelekî mezin çêdikin û dema erdê bi hawek hovanê dikolin, bibin sedemên erdhejên çêkirî. Ji xwe mînakek zindî heye ku di sala 2008’an de li bajarê Sichûan a Çînê bendava Zipingbu hate xwarê û erdhêj çêbû. Di wê kerasetê li gorî hejmarên fermî 69,227 kes jiyana xwe ji dest dan.

 


Yorum Gönder

0 Yorumlar