Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 563’an de bi koma 111’an didome.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 20’ê Tîrmeha 2023’an ve hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 563’an de û bi koma 111’an ango bi koma Navenda Çand û Huner a Mexmûrê (NÇHM) berdewam dike.
Merasîma dewirgirtina çalakiyê li navenda Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM), bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 110’an çalakvana bi navê Evîn Ehmed axivî û di serî de tecrîda li ser Rêber Apo bi tundî şermezar kir û wiha got: “Em wek gelê Mexmûrê ji gelek kêfxweşin ku me agahî ji Rêber Apo stand. Emê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn bikin. Wê berxwedana me bidome. Em bang li dayikan dikin ku rabin ser xwe.”
Çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ dewrî koma 111’an hat kirin.
0 Yorumlar