Ticker

10/recent/ticker-posts

Dr. Salih: OPCW û AVAAZ dikarin pêşî li karanîna çekên kîmyayî bigrin

Mamosta û Pisporê Jîngehê Dr. Salih Necîb diyarkir ku dewleta Tirk li Herêma Kurdistanê çekên fosfor bikar tîne û ev bang kir: “Çekên Fosfor mirovan dihelîne û dişewitîne. Rêxistinên wek OPCW û AVAAZ, divê pêşî li van sûcên şer bigirin.”

ARMANC HEREOL - ROJEV


Mamosta û Pisporê Jîngehê Dr. Salih Necîb, têkildarî cûre, bandor û xwe parastina ji çekên kîmyawî ku li ser gelê Kurd û niha li Herêma Parastina Medyayê li ser gerîlayên azadiyê tê bikaranîn, ji Rojnameya Rojev a Mexmûrê re axivî.

‘Ji dîrokê ve Kurdan qir dikin’

Dr. Salih di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku Kurd hertim bi çekên kîmyewî hatine hedefgirtin û got: “Dijminên gelê Kurd, hemû demê tinekirina netewa Kurd hedef girtine. Ne tenê gel, di heman demê de dixwazin jîngeh û ajalan jî tine bikin. Gelek mînakên karanîna çekên kimyawî hene. Karesata herî mezin a çekên kimyawî, 16’ê Adara 1988’an a kîmyabarana Helebce bû. Ji ber vê êrişê, nêzî 5 hezar kes şehîd bûn û nêzî 7 hezar kes jî birîndar bûn. Li Tirkiye di sala 1937-1938’an de, li Dêrsimê zêdetirî 40 hezar Kurd hatin qirkirin. Ev tê wê wateyê ku Kurd her tim hatine hedef girtin.”

‘Li Herêma Kurdistanê çekên fosfor tên bikaranîn’

Dr. Salih Necîb bibîrxist ku li Helebceyê 5 cûrên çekên kîmyawî hatibûn bikaranîn û her cûrek ji wan bandorek xwe ya cûda li ser laşê mirov çêdikir û wiha pêde çû: “Niha li Herêma Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve gelek caran çekên fosfor tên bikaranîn. Divê em vê rastiyê bizanin ku ji bo qedexekirina çekên kîmyawî, di sala 1925’an de, protokola Cinêv pêkhat. Di wê protokolê de kêm û kurtî hebûn. Lê cihê keyfxweşiyê ye, di sala 1997’an de rêxistinek bi navê OPCW ji bo qedexekirina çekên kîmyawî hate damezrandin. 193 welat bûn endamên vê saziyê, yek ji wan jî dewleta Tirk e. Lê mixabin çekên kîmyawî yan jî fosfora spî ku niha tê bikaranîn, ziyanek mezin digihîne jîngehê. Di sala 2017’an de li gor biryara 71258’an a sala 2017’an, Netewên Yekbûyî biryar girt ku 122 welat vê çekê qedexe bikin. Lê mixabin hevgirtinek wisan çênebû. Di sala 2021’an de ev biryar hat erêkirin. Lê ya girîng ewe ku wê ev welat vê biryarê bi cih bînin an na, lê mixabin bersiv na ye. Ji ber ku yek ji wan çekên ku di sala 1997’an de hatibû qedexekirin, heta niha jî tên bikaranîn.”

Dr. Salih

‘Çeka Fosfor mirovan dihelîne û dişewitîne’

Dr. Salih têkildarî bandora çeka Fosfor ku niha li Herêmên Parastina Medyayê ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gel û şervanên azadiyê tê bikaranîn ev agahî dan: “Divê em vê rastiyê bizanin ku çeka fosfor laş dişewitîne. Li cihê ku oksîjen hebe agir pê dikeve. Ger ev çek dijî mirov bê karanîn wê agir bi laşê mirov bikeve. Ev çek şewatekî di pileya du yan jî sê de çêdike. Hinek car jî çeka fosfor xwe digihîne kurahiya laş de û hîn zêdetir şewatê çêdike. Yanî kesê ku ber vê çekê bikeve divê destpêkê oksîjen jê were birîn. Ev jî bi rêya av pêdekirinê dikare were kirin ku pêşî li belavbûna şewatê bigire. Ev rêyek a çareseriyê ye. Wekî din dikare ava bi xwê (Şorav) were bikaranîn. Fosfor tîrêj bide û dibe sedema helandina çerim. Dema ev çek duman dike, bandorê li ser çav û qirikê dike. Dev û lêvê mirovan xwar dike. Fosfora spî dibe sedema şewata laş. Gelek caran jî ji bo ronîkirina erazî di dema şer de tê bikaranîn. Emerîkayê li Feluceya Iraqê bikaranî.”

‘Rêxistinên dijî çekên qedexekirî divê pêşî li van sûcên şer bigirin’

Mamoste û Pisporê Jîngehê Dr. Salih Necîb herî dawî diyar kir ku divê tevahî rêxistinên dijî çekên qedexekirî, li erkên xwe rabin û wiha axaftinên xwe domand: “Divê em rêxistinên navnetewî ji vê rewşê agahdar bikin. Her wiha rêxistinek din a gelek çalak heye ku navê wê AVAAZ, dikare pêşî li van sucan bigire. Ev rêxistin ji sala 2012’an ve hatiye damezrandin. Pêwîste xebatkarên van rêxsitinan vê mijarê bixin rojevê.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar