Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Nuran Sezgîn diyarkir ku rola jin di pêngava Şerê Gelê Şoreşgerî de gihaye asta xwe ya herî jor û got: “Pêwîste jinên xebatkar bi nasnameya xwe li gel jinên şoreşger cihê xwe bigrin û yekbûna xwe bidin nîşandan. Jinên şoreşger di çeperan de, jinên xebatkar di qadan de Şerê Gelê Şoreşgerî bimeşînin.”
FARQÎN KARA/ROJEV
Di demeke ku destê desthilat û dagirkeran ketî nava her beşek yê Kurdistanê de, bandor û hêza leşkerî ya gelê Kurd ber bi serkeftinê ve rê girtiye. Li gel wê jî di nava civaka Kurd de Şerê Gelê Şoreşgerî gihiştiye lûtkeya xwe ya herî bilind. Mînaka Şerê Gelê Şoreşgerî ya ku bi bingehê Rêber Apo li Kurdistanê di nava gelê Kurd de daniyî, li gelek aliyên cîhanê deng vedaye.
Nîşaneyên Şerê Gelê Şoreşgerî li Rojava, Şengal û Mexmûrê bi hêza jin bi awayek ber biçav derket pêş. Şoreşa Rojava ku weke Şoreşa Jinê tê bi navkirin rola jinê ya di Şerê Gelê Şoreşgerî de derket holê.
Li ser rola jinê ya di Şerê Gelê Şoreşgerî de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Nuran Sezgîn ji ajansa me re axivî.
‘Jinên Mexmûrê di Şerê Gelê Şoreşgerî de rola xwe dilîzin’
Nuran Sezgîn di destpêka axaftina xwe de 15’ê Tebaxê li Rêber Apo û li şoreşgerên ji bo azadiyê şer dikin, li her jinekê pîrozkir û got: “Di sedsala 21’an de Rêbertî hertim di anî ziman ku wê sedsala 21’an bibe sedsala jinan. Şoreşa Rojava şoreşa jinan bû rihê Arînan, Barînan, Avesteyan di Şoreşa Rojava de bû hêviyekî ji bo tevayî jinên cîhanê. Di Şerê Gelê Şoreşgerî de bû pêngavek. Di nava Şerê Gelê Şoreşgerî de wek jinên wargehê û xebatkarên wargehê 28 salin seknek bi rumet heye. Di aliyê rêxistinî de kengê pêngavek tê avêtin Wargeha Şehîd Rustem Cûdî wek aktorek sereke rol girtiye. Erkê dikeve ser milê jinan hertim pêkanîne û ji wê ruhî re bûyîne bersiv. Şerê Gelê Şoreşgerî bi taybet di aliyê dagirkeran de êriş li ser vê pêngavê ye. Bi rastî jî dagirker ev rihê ku Sakîneyan, Zîlanan, Bêrîtanan, Arînan, Avestayan dayîn avakirin dike hedef. Rola jin di Şerê Gelê Şoreşgerî de li qadan, di şerê xwe yên li çiyayên azad, li beramberî dijmin û îxanetê bi têkoşîna xwe û çalakiyên xwe êdî gihaye asta xwe ya herî jor. Jin neçarin vê pêvajoyê hembêz bikin û di Şerê Gelê Şoreşgerî de cih bigrin.”
‘Serketina Şerê Gelê Şoreşgerî bi yekgirtinê gengaze’
Nuran Sezgîn di dewama axaftina xwe de qala giringiya yekbûnê kir û axivî: “Heger hêzên HPG û YJA-STAR li beramberî teknolojiya pêşketî ya dijmin li berxwe dide û têkoşîn dike, wek jinên wargehê divê di Şerê Gelê Şoreşgerî de bi yekbûyîna xwe ya bi şervanên azadiyê re hertim di asta herî jor de têkoşînê bikin û wî rihê zindî bikin. Rol û misyona ku dikeve ser milê jinan em pêkbînin. Ger ku em dibêjin em deyndarê şervanên azadiyêne divê em xwedî lê derbikevin. Şerê Gelê Şoreşgerî tenê bi yekgirtina gel, jin, ciwan û şervanên azadiyê gihiştina serkeftinê gengaze.”
‘Jinên şoreşger di çeperan de, jinên xebatkar di qadan de’
Sezgîn destnîşankir ku ji beriya pêngava 15’ê Tebaxê di mejiyê gel de meznahiya dijmin hatibû çandin îradeya gel nedihat naskirin, bi pêngava 15’ê Tebaxê re guleya yekem ya ji aliyê fermandarê mezin Heval Egîd ve hatî avêtin, betona li ser gelê Kurd rijandibûn hat şkandin. Nuran Sezgîn got: “Nêzîkatiya dijmin ya ku di got du Kurd nikarin bên gel hev, Kurd nikarin xwe rêxistin bikin hat şikandin. Vê pêngavê di gel de bawerî û hêviyek mezin da avakirin. Ji pirsa ku jin çawa dikare xwe rêxistin bike, artêşek jin çawa dikare were avakirin, tevgera azadiyê di şexsê jina Kurd de bû bersiv. Ji sala 1993’ê şunde êdî jinên Kurd bûn îrade, hêz û artêş. Çawa ku jinên di çeperan de, yên di zindanan de Şerê Gelê Şoreşgerî hembêz kirin, divê jinên ji derve di nava xebatan de vê pêvajoyê hembêz bikin û Şerê Gelê Şoreşgerî de cih bigirin. Her wiha pêwîste jinên xebatkar bi nasnameya xwe li gel jinên şoreşger cihê xwe bigrin û yekbûna xwe bidin nîşandan. Jinên şoreşger di çeperan de, jinên xebatkar di qadan de Şerê Gelê Şoreşgerî bimeşînin.”
‘Rihê Şerê Gelê Şoreşgerî bûye nasnameya gel’
Nuran Sezgîn da zanîn ku şerê ku tê kirin ne tenê li beramberî dewleta Tirk e, li beramberî paşverutiya li dijî Kurdan û hemû desthilatdarên ku ji bo berjewendiyên xwene ye û domand: “Niha hêviya gelan bi vê sîstemê nemaye. Alternatîfa vê, sîstema Rêber Apo Xweseriya Demokratîke. Li Şengal û Rojava di 2014’an de li beramberî hovitiya DAIŞ’ê gel xwe rêxistin kirin, hêz û nasnameya xwe xwedî derketin. Şoreşa Rojava bû Şoreşa Jinan û bû hêviyek ji bo tevayî gelên cîhanê. Ev nîşaneya zindîmayîna rihê 15’ê Tebaxê ye. Wargeha Mexmûr ji van ne dûre, jenozîstê ku dixwest 2014’an wek Şengalê li Mexmûrê bike rastî hêza gel hat. Rihê Şerê Gelê Şoreşgerî bûye nasnameya gel û şêweyê jiyana gel. Bi vê ruhê gel xwe li ser lingan digire. Jinên Efganî bi vê rihê dixwazin li beramberî talîban şer bikin, mafê xwe dixwazin. Her wiha jinên li gundên li efrîqaya başûr jî hêviya xwe bi jinên YPJ û YJA-STAR’ê re bi jina Kurd re girêdane.”
‘Tenê yekitiya jinan dikare jinan biparêze’
Nuran Sezgîn eşkerekir ku êdî jin dizanin ku li pişt wan hêza artêşa jin heye û axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Divê bi yekbûna şervanên azadiyê re destkeftiyên heyî bê parastin. Tenê yekitiya jinan dikare jinan biparêze, tekane riya parastina jinan jî xwe rêxistin kirine. Dijmin êrişên xwe êdî li ser mal bi mal dike. Di Şerê Gelê Şoreşgerî de rola herî mezin dikeve li ser milê dayîkan. Di mala xwe de, di zarok û ciwanan de rihê Şerê Gelê Şoreşgerî bide avakirin û pêşxistin. Divê di sazî û rêxistinên jinan de, di malan de, di dibistan û kolanan de em rihê li çiyayan bidin zindî kirin. Jin dikare xwe di her aliyê jiyanê de rêxistin bike, bide rêxistin kirin.”
0 Yorumlar