Ticker

10/recent/ticker-posts

‘15’ê Tebaxê dengê hewara tolgirtina sedsala 20’an e’

Mamoste Îhsan Kaplan û Helîme Gever têkildarî mijara 15’ê Tebaxê wiha peyîvîn: “Destkeftiyên ku me ji despêkirina têkoşînê heta niha bi destxistî, hemû bi saya wan leheng, qeheram û îdeolojiya Rêber Apo ye.

XURBET TALLÎ - ROJEV

15’ê Tebaxa 1984’an ji aliyê Fermandar heval Egîd ve guleya yekemîn hat teqandin û ev bi taybet di nava gelê Kurd de bû hêviya berxwedan û têkoşînê. Têkildarî vê mijarê Mamoste Îhsan Kaplan û Helîme Gever ji rojnama me re axivîn û gotin: “Guleya 15’ê Tebaxê bersivdayîna hêvî û xeyalên Kurdan yê şikestî ye.”

Bi vê pêngavê re gelek qehremanên jin jî derketin

Mamoste Îhsan dsestpêka axafitinên xwe de bal kişand li ser wate û girîngiya 15’ê Tebaxê ya ji bo gelê Kurd û wiha got: “15’ê Tebaxê dengê hewara tolgirtina sedsala 20’an e. Weke Dêrsim, Pîran, Geliyê Zîlan, Agirî, Şêxmehmûdê Berzencî heta digihe Urmiye Simkoyê Şikakî bersivdayîna vana giştî ye. Ji ber ku dijmin xwe di vê sedsalê de amadekiribû ku dengê Kurdan qut bike û mecala wê çendê jî di Peymana Lozan û Sayîkspîko de hatibû dayîn ku dengê Kurdan bibirin. Guleya 15’ê Tebaxê bersivdayîna hîvî û xeyalên Kurdan yê şikestî ye. Di nava Kurdan de welatparêzî, lehengtî, Egîdî û qehremantî ti carî xilas nebûye. Yê ku ev gule teqandî fermandar Egîd bû, di bin Rêveberiya Rêber Apo de felsefeyek nû, îdeolojiyek nû û zanebûnek nû da Kurdan. Bi vê zandabûnê Kurdan xwe hîvî dît. Vî dengî li ser vê axê gelek Egîd û Zîlanên din xwedîkir û mezinkir. Ev deng ji bo jinan jî bû hîvî, bi vî dengî re gelek qehremanên jin jî derketin. Mînak wek dayîka Şengê ya li Agiriyê ku çend zarokên xwe jî dabû û derî bi derî digeriya. Her wiha dengê Rindê Xan ku ew jî ji bo namûsa Kurdan nekeve destê dijmin de gelek berxwedanî kir û bedelek giran jî da.”

Îhsan Kaplan herî dawî ev tişt got: “Dengê guleya 15’ê Tebaxê cihê Kurdan di nava cîhanê de da çêkirin. Ew goristana ku dijmin li Agiriyê ji bo gelê Kurd çêkiribû ku digotin me Kurd di vê gorê de bin ax kiriye û li ser çîmento jî kiriye, zîl da û belav bû. Berê şerê me li hemberî Tirkan bû, dengê me bi rêya radoyekî wek BBC yan nivîsandinekî ya Serxwebûn bû, ew deng ne digihişt her kesê, Kurdan xwe nas nedikir. Lê niha bi saya vê îdeolojiyê û bi teqandina guleya Egîdan re êdî di cîhanê de ev model bû hîvî. Êdî ne tenê gelê Kurd, gelên din jî lê xwedî derdikevin. Em niha di pêvajoya serkeftinê de ne. Destkeftiyên ku me ji despêkirina têkoşînê heta niha bi destxistî hemû bi saya wan leheng, qeheraman û îdeolojiya Rêber Apo ye.”

Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd hîviyek bû

Helîme Gever jî wiha qala pêngava 15’ê Tebaxê kir: “Derketina 15’ê Tebaxê wek gelê Kurd ji bo me wekî çirûskekê bû. Bi gelê Kurd re gelên din yên bindest jî ronahiya xwe di vê guleyê de dîtin. Beriya ku çalakiya 15’ê Tebaxê destpê bike, bi sed hezaran mirov hatin windakirin û qetilkirin. Îro jî em dibînin dayîkên Şemiyê hêjî pirsa hestiyê zarokên xwe dikin. Ev kiryar hemû yên wê demê ne, ji ber ku gelek zext û zorî di hat kirin bi taybet li ser malbatên welatparêz. Bi derketina Heval Egîd û teqandina guleya 15’ê Tebaxê re gelê Kurd hêdî hêdî komî serhev bû. Tevlîbûna nava tevgerê jî li gorî her gundekî ku çiqas rêxistin nas dikir çêbû. Pêngava 15’ê Tebaxê di nava gelê Kurd de bû hêvî û her ku çû mezin bû. Gelê Kurd li hemberî her cûre êrîşan serî rakir û têkoşiya. Li metrepolên Tirkiyê ciwan kom bi kom dest bi çalakiyan dikirin û ev tevgera ku weke Apocî dihat naskirin di nava gel û welatên din de belavkirin. Weke niha jî hêjî gel û netewên ku li Tirkiyê jiyan dikin wek heyî qebûl nakin, pêngava 15’ê Tebaxê ji bo van hemûyan bû hêviyek. Li ser vî bingehî rêxistinbûna gelê Kurd jî hîn xurtir bû û tevlîbûn zêdebû. Ji ber ku gel xilasbûna xwe bi vê pêngavê didît ji ber wê jî her malbatekê bi xwe zarokên xwe tevlî rêxistinê dikirin. Di gotin ku wê ev çêker bibe encama serkeftinek wisa ku em bikaribin bi awayek azad, bi nasname, çand û bi zimanê xwe jiyan bikin. Em dibînin gerîlayên ku îro di tûnel û çeperan de li hemberî hemû curên çekên kîmyawî li ber xwe didin, ev encama wê hêviya ku hatî avakirine. Şehadeta fermandar Egîd wek gelê Kurd ji bo me gelek girane, lê tişta ku îro em pê kêfxweş û pîrozdikin zindîkirina vê rojê ye. Em dibînin ev roj li çiyayên Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê tê zindîkirin, ew destkeftiyên ku hatine bi destxistin ji aliyê dewletên desthilatdar yên wek Emerîka ve ji bo ku wan desteserbikin hewil didin li wir bi cih bibin. Em bi saya fikir û felsefeta Rêber Apo gehiştîne vê astê. Ji bo wê em wek Kurd pir bi şansin ku me Rêbertiyek wek Rêber Apo û Fermandarên wek Heval Egîd hene.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar