Dema behsa wate û heqîqetê tê kirin pêwistî bi lêgerîna rastiya wan a di nav dîrokê de derdikeve hole. Dîsa kengî mijarên wekî Heqîqet,Welat, Rûmet dibin mijarên niqaşê yan jî alîyekî ve bi armanc dikin ku bikevin mijarên niqaşan, wê demê pêwistî heye ku ew babetên me nîşan kirî em bi kûrahî û bi giraniya wan ve bigrin dest û pêwistîyên di asta Hebûn û Tinebûnê de bigrin dest.
Di
vê mijarê de gotinekî peşiyan ku hem rastiya me wekî civak, hem jî rastiya
têkoşîna azadiyê diyar dike bînîn ser ziman, di demek beriya ku têkoşîna
azadiyê pêşbikeve de civaka me vê gotinê gelek bi kar tîne. Digotin: “mirov bi co nikare bice bayêre” dibe gotinên
peşiyan be jî, bê guman hinek rastiyên dîrokî tînin ser ziman. Ezmûnên mezin di
nav gotinên wan de hene, lê hinek dem û kêlî hene ku her tişt bê wate dibe
Hebûn û Tinebûn, dibin niqaşên jiyanê, ma dîrokê ji kû dîtiye ku mîkrop û pola
(ango şer) başiyek hebûnek, xweşikiyek avakiriye û hêvî daye mirovatiyê?
Dema
kengî dîrokê bê rûmetî û bêbextiya
Îskenderan, Hîtleran, Frankoyan û Erdoganan dîtin hê baştir fêmkirin ku
şer cudaye têkoşîna azadî, rûmetê cudaye û êdî pêwîst bu ku civak jî lihember
van kiryarên reş û tarî parastina xwe bike. Kes nikare li hember van zilimkaran
mafê civakan yên parastinê bixe nav nîqaşan, ji bo dahatûyekî bi rûmet bi
nirxên xwe yê çandî- exlaqî ve jiyan kirin mafê hemû mirov û civakan e! Bes
divê baş were zanîn li hember ew zilimkarên em behsa wan dikin maf û rûmet nayê
xwestin ençax were girtin!
Li
vir ya giyan dide gulle ew tişte, ya ku gulleyek taybet ji bo Kurdan ewqes
birûmet kirî ewbû ku di dîroka 15’ê Tebaxa 1984’an de hatibû teqandin. Ew gulle bû ku ew
mezinahî û girîngiya xwe ya dîrokî ve hatiye teqandin. Ew fermandar Egîd bû ku
karî gulleyekî ewqes mezinahî biteqîne. Ciwanekî Kurd bû, ew mezinahî ya
ciwantiya fermandarê mezin ya Mahsum Kormaz fermandar Egîd bû navê xwe di hemû
pelên dîrokê ku piştî wî hatine nivîsandin de da nivisandin. Çima ewqes mezin û
bibandor bû calakiya Heval Egîd? Ji ber ku di dema wê de hatibû kirin. Dîrok jî
rastiya zanistî jî ew tişt dane îspatkirin dema wê hat zarokek şîr venexwe,dema
wê hat gotin neyên gotin, dema wê hat calakî neyên kirin, helwest neyên
nîşandan dîrok kesê efû nekiriye xwezayê giyan nedaye wê/î.
Îro
jî serdemên rojên mezin têne jiyan kirin. Ew calakî, helwest û gotinên di şopa
heval Egîd de têne kirin, ciwanên Kurd bê guman ji wan re pêşenktiyê dikin.
Niha jî em wekî civak û têkoşîn hatine ew dema dirokî ku êdî teqînên mezin pêk
werin. Divê ew pirs hemû ciwanên Kurd bikarin ji xwe bikin ku emê cawa û bi
kîjan helwestan li hember dijminênê Kurd yê herî mezin pêşbixin û bingehek azad
û hêviyek mezin yê jiyanek bi rûmet diyarî Rêber Apo, Şehîdên Şoreşê û gelê xwe
bikin?
Divê
em wekî şopdarên fermanderên mezin yê têkoşîna azadî û heqîqetê yê Kurdistanê
bikevin nav têkoşîn, xebat û çalakiyên mezin yên Tolhildanê, wekî Heval Egîd bi
çi hêrs û berpirsyartiya mezin dest bi pêngavekî herî radîkal ya tolhildanê li
hember dijminê xwînxwar kirî bû. Divê ciwanên girêdayî fermandarên xwe jî di
roja me yê îro de pêngav û calakiyên mezin yê tolhildanê û serkeftinê pêşbixin
û mezin bikin.
BARAN
MAWA - ROJEV
0 Yorumlar