Armanca
mirov çiqasî mezinbe, mirov ew qas xwe mezin û bilid dike. Mezin dibe û mafê
bûyîna karkerê rêya evînê qazenc dike. Kesê ku evndar dibe ew kes e ku her dem
dizane çawa xwe fedayê doza ku jê hez û bawer dike bike. Ew kese ku bi
baweriyek mezin li ser şopa heqiqetê dimeşe û ti carê di meşa xwe de du dilî
jiyan nake. Yek ji wan kesan jî rêheval Hesen ango Îsa Qanit e. Belê emê vê
carê behsa rêwîtiya rêya heqiqetê rêheval Hesen bikin. Hevrê Hesen di sala 1976’an
de li Gundikê Remo Şirnex di malbetek walatparêz de ji dayîk dibe. Hesen zarokê
herî daw yê malbetê ye, ji ber wê jî di malbatê de wek Hesenê biçûk dihat bank
kirin. Hesenê biçûk li Silopî pênç sal
dibistanê dixwîne. Di wî temenê xwe yê biçûk de li aliyekê dibistana xwe dixwîne,
aliyekê jî ji bo dabara malê dixebite û alîkarî dide birayên xwe.
Birayê wî Osman Qanit ji bo Hesenê biçûk wiha digot: “Hesen
ji ber zîrekbûna xwe ya fîkrî û piratîkê de bala her kesî dikişand ser xwe. Ew
xweşikbûna wî ya fikir di her hilê de şewq dida laşê wî jî. Pir fedekar bû, di
hêla derdor de pir dihat heskirin.”
Belê rê heval Hesen dema diçe kar ji bo debara malê, ji aliyê
dijmin ve tê girtin. Ji ber ku temenê wî pir biçûke piştî hefteyekê tê berdan.
Demek şûnde birayê wî, Osman bi hêceta ku karê rêxistinê dike tê girtin. Rêheval
Hesen van êriş û bê mafiya dijmin dema ku li himber malbat û gundê xwe dibîne
hêrsa wi ya li himber dijmin mezintir dike.
Heval Hesen bi zanistiya têkoşîna xwe li dijî taritiya
dijmin dibe ronahiya têkoşîna şoreşa azadiyê. Bi sekna xwe ya bi cesaret,
biryardarî dikeve ser rêya heqiqetê û
1989’an li Gundikê Remo Şirnex dibe şoptarê Egîtan. Berê xwe dide çiyayên azad. Belê Hesenê biçûk mezinbûye tevlî nav refên
gerîla bûye, lê hêjî bi hesenê biçûk tê naskirin û tê hezkirin. Di demek kurt de
xwe pêş dixe û hespê xwe yê azadiyê li her lûtkeyên çiyayên azad dibezîne. Dibe
parêzvanê gel û welatê xwe. Tevahî rêyên ku wî ber bi serkeftinê ve dibe, bi
awayek hosta bi kar tîne û girêdana xwe ya bi nirxê rêxistinê û bi şehîdan re ti
carî du dilî jiyan nekir. Bi bîryardarî û hewildana xwe her tim di nava hevrêyên xwe de bû mînak.
Ji devê birayê wî me van hevokan guhdar kir. ‘Em çûn gel Hesen,
me dît ku Hesen pir hatiye gouhertin. Di nêzîkatiyên wî de malbatgerî nebû. Her tim di her hêlê de rêxistinî nêzîk
dibû. Di hêla duzen û disiplîna rêxistinê, disa parastina nirxan de parêzvanek
bû. Girêdanbûna wî bi partî û şehîdan re bê hempa bû. Fedakar û pir aktîf bû.
Hesen digot: “Heta ji we hat divê hûn xebata rêxistinî bikin û tekoşîna xwe
berdewam bikin, tişta ez ji we dixwazim eve.”
Rêheval Hesen
92’an birîndardibe piştî tedawiya xwe dibîne, dîsa çiya bi çiya meşa azadiyê
berdewam dike. Li Gabê carekê dikeve kemînê li wir du hevalê xwe yê dozê winda
dike. Ev şahdeta hevalên wî dihêle hîn pitir kîna wî ya li hember dijmin
zêdetir bike û bi kînek mezin biçe ser dijmin û di her çalekiya xwe de ser
bikeve. Meş û têkoşîna wî ya azadiyê heta 93’an berdewam dike. Belê rêheval
Hesen di sala 1993’an de Bendava Gapê dema ji çalakiyekî vedigere, dikeve nav kervanên bê mirin. Şopên Hesenê biçûk bi dawî nebû, bi hezaran Hesenên biçûk li
ser vê şopê dimeşin û ala serkeftinê bilintir dikin.
0 Yorumlar