Ticker

10/recent/ticker-posts

PÊNGAVA 15’ê TEBAXÊ - Beşa 2


Ev destpêk bi rêxistinî, amadekarî û plankirî, di xeta îdeolojîk û polîtîk de, di civakekê de ku dînamîka wê demeke dirêj hate perçiqandin û çewisandin, li Bakurê Kurdistanê ku gel dîsa ji bo rizgariya neteweyî rabû ser pêyan û di nav berxwedana çekdarî de bû. Di vî warî de ji têkoşînên din cudatir, bikaranîna çekê bû. Armancên wê hebûn. Dijmin didît û pênase dikir. Hedefên wê hebûn ku dixwest lê bide û rewşa xwe diguherand. Nîşan da ku êdî koletî, dagirkerî û îmhaya neteweyî qebûl nake û li dijî vê jî bûye xwedî hêz û wêrekiyeke ku li dijî vê bikeve nava berxwedaneke nû. Di vî warî de destpêkeke mezin, destpêkeke pir girîng, bi hişmendî, plankirî û birêxistinkirî, di dîroka berxwedanê ya gelê Kurd de bû berxwedaneke nû û nûjen. Aliyê leşkerî yê vê serketinê jî heye. Di civaka Kurd de yekemîn e, bi leşkeriya modern û zanista şer. Lewma bandoreke mezin li civakê kir. Bi rengekî xurt dilê mirovan mest kir û di nava civakê de coşeke mezin afirand. Yên ku bi fikar bûn, xwe îqna kiribûn ku şoreşa me dê bişkê. Serwerên dewleta Tirk ên derbekar ên wê demê gotin 'hin bermahiyên şûr li wir man' û ji 'bermahiyên şûr' zêde pêşketin hêvî nekirin. Lê belê li hemberî derketineke bi vî rengî ya ji aliyê hêzekî bi vî rengî ve, bandoreke cidî û şok dîtin.

Her kesî berê xwe daye nirxandin û fêmkirina vê rewşê û bi têkoşîneke bi vî rengî re polîtîkayên xwe yên têkildarî Tirkiyê bi cih bîne. Berxwedana 15'ê Tebaxê, piştî pratîka Hîlvan-Sîweregê, tê wateya pratîka xurtir a xeta berxwedanê ya zindanê, destpêkirina têkoşîna nû û destpêkirina pratîka taktîkî ya partiyê. Ji ber ku partî hemû astengiyan derdixe pêşberî rejîma 12'ê Îlonê û ketiye nava pratîkeke ew çend watedar a pratîk, tê wateya pêşketineke girîng û destpêkeke nû. Pêşketina kadroyan û birêxistinbûnê, belavbûna rêxistinên partiyê li hemû qadan li ser esasê vê serkeftinê bi dest ketin. Vê serketinê eşkere kir ku pêşketina li Kurdistanê li ku destpê dike û dê çawa bê afirandin. Pratîkbûn û rastbûna xeta partî û rêbertiyê îspat kir.

Afirandin, parastin û başkirina pêvajoya 15'ê Tebaxê nîşan da ku ji bo kadroyên li qada Lubnan-Filistînê hatine perwerdekirin, pêşketineke girîng rû daye, bi rêya perwerde û pratîkbûyîna wê nûbûneke cidî hatiye kirin. Li vir pêwîst e hevrê Mahsum Korkmaz wek nûnerê milîtaniyê bê bîranîn ku xeta taktîk a partiyê bi rengekî herî bibandor bi cih bînin. Hevrê Mahsûm sembola pêşketina gerîla ye. Li dijî artêşa Tirk a dagirker şer dikir û ev dihat wateya ku li dijî NATO'yê şer dike. Hevalê Mahsûm li dijî dagirkeriyê çalakî pêk anî û derketineke lehengiyê kir ku berxwedana neteweyî afirand. Ev qehremanî bû ku netewebûn û berxwedana neteweyî afirand. Di wê pêvajoyê de vejîna neteweyî û lehengiya neteweyî geş bû.

DAWÎ

 RÊBER APO - ROJEV

Yorum Gönder

0 Yorumlar