Ticker

10/recent/ticker-posts

FERDÊN KOMÎNAL ENCAMA MALBATEK WEKHEVE

 


Dema em li dîrokê temaşe dikin, malbatê dîrokek ya kevnar heye. Piştî mirov ketin ferqa zindîbûna xwe, li derdor hev kombûn û di bin navê qilan û qebîleyan de malbat bûyîna destpêkê ava kirine. Di heman demên de jî fêrî jiyana komînal ya destpêkê bûne. Ev komînalbûyîn di dema qilanan de derketiye pêş û malbat jî koka xwe ji wê digire. Jiyana wê demê jiyanek hevkar û li ser bingehê komînalbûyînê bû. Di aliyê xwe parastin, têrkirin û zêdekirinê de mirovan pêwîstî bi hevdû dîtine û li derdora hevkom bûne. Ji wê rojê heta niha malbat, mena herî bingehîn ya civakbûyînê pêktîne. Malbat reseniya rengê civakê ye. Her kesayetek di malbata ku têde mezin dibe reng û şêwaz digire. Çanda hevparbûnê di malbatê de tê girtin û belavkirin. Her zarokek li ser perwerdeya ku ji malbata xwe girtî, nêzî jiyanê jî dibe. Zarokê ku çanda hevpariyê di nava malbatê de girtî, ji xwe derbazî nava civaka xwe dike û bi kesan ew çand belav dibe. Lê dema em jiyana îro temaşe dikin, ji aliyê sîstemê ve gelek lîstokên cûda yên desthilatdariyê li ser malbat û resetiya malbatê hatine ferzkirin. Kêmek jî be di nav civaka Kurd de resentî û çanda malbatê heta astekê parastiye. Li welatên qaşo dibêjin em azadin di bin navê azadiyê de bingehê malbatê tê vala kirin. Bê gûma dema em li civakên ku li Evropayê ne, temaşe dikin bingehê xirabûna civakê ji nebûyîna malbatê tê destgirtin. Mînaka Welatên Rojava bibêjin ‘Dema zarok dibe 18 salî ne neçare girêdayî malbatekê be.’ Ev sîstema heyî bi van nêzîkatî û pîvanan bingehê malbatê û civakê xirab dike. Niha ne tenê li welatên Rojava belku dixwazin li hemû cîhanê vê sîstema xwe bide rûniştkandin. Tişta ku heta niha civaka Kurd li ser lingan digire malbate û resentiya çanda gelê Kurd. Bê gûman di bin navê sîstema feodaltî û Îslametiyê de pêleyîstinên cûda li ser bingehê malbatê çêbûne. Sîstema mêr di nava malbatê de kir desthilatdar û malbat ji resetiya heyî derxist. Ji bo di malbatekê de wekhevî bê sazkirin, pêwîste dayîk û bav di hemû şert û mercan de hevdû temam bikin û ji bo pirsgirêkên heyî bi hev re çareseriyê bibînin. Di encamê de divê herdu alî di çareseriyê de hemfikir bin. Ji sepandina fikir û nêrînên xwe zêdetir, divê qabilyeta hev fêhmkirinê hebe. Divê di nava malbatê de rêz ji fikirê hev re bên girtin û li hemberî hev dilnizmî hebe. Di aliyê hevkariyê de divê hemû ferdên malbatê ji malbat û derdorê xwe re vekirîbin. Zarokên xwe fêhmkirin û li ser bingehê çanda civaka xwe zarokên xwe perwerdekirin, mercek yê malbata wekheve. Her zarokek li ser perwerdeya ji malbatê girtî beşdariya xwe ji kar û erkê civakê re dike. Yê ku şêwaz dide civakê perwerdeya di malbatê de tê dîtine. Ji ber ku sîstema heyî jî di ferqa rastiya heyî de ye, destpêkê dest davêje malbatê û malbatê xirab dike. Divê her malbatek li ser resetiya çanda civaka xwe û hevahengiya jin û zilam ya di nava malbatê de parastina nirxên jiyanê bike. Di civaka Kurd de pêşengtiya dayîkê pîroz hatiye dîtin û hertim jî li ser vê rastiyê civaka Kurd jiyan kiriye. Li aliyê din dayîkê di nava malbatê de ziman û çanda heyî parast. Di hemû aliyan de bi hevre şêwirîn û gihişîtina encama pêwîst di nava malbatên Kurdan de wek bingehekê hatiye destgirtin. Ji ber ku hemû daneyên dîrokî yên li Mezopotamyê hatine dîtin de vê yekê radixe berçavan. Ya ji gelê Kurd û civaka Kurd tê xwestin xwe gihandina resentiya çanda gelê Kurd ya komînalbûyîn û wekheviyê ye. Dema gelê Kurd xwe gihand resetiya çanda gelê Kurd wê bikaribe malbatek wekhev û azadîxwaz jî pêkbîne. Her ku malbat ji çanda xwezayê dûrketiye, xetîmînê jiyan dike û di nava pirsgirêkan de dimîne. Xwe gihandina rastiya jiyana wekhev, fêhmkirina dîrok û pêkanîna erkê civaka xwe ye. Ya ku malbatê bike malbatek wekhev, komînal kirina ferdên civakê ye. Ji bo wê pêwîste her malbatek destpêkê çanda komînlbûyîn di zarok û malbata xwe de bide rûniştkandin.   

Bêrîvan Kaya


Yorum Gönder

0 Yorumlar