Ticker

10/recent/ticker-posts

PARKEWANÊN ROJÊ: QASIM PÎRAN

 


Her çiyayek Kurdîstanê bi serbilindî û heybetbûna xwe ve bûye xemil û şenga Kurdistanê. Bûye cihê berxwedanî û sitergeha Kurdan. Çiyayê Kato, Herekol û Kêla Memê, bi serfîrazî û serbilindiya xwe ve  malovanê ji pir gundan re kirine. Yek ji van gundan jî gundê Pîrane ku xwe separtiy van hersê çiyayan di dîrokê de şahidî ji bo lehengên Kurda kiriye. Gundê Pîran bûye dergûşa lehengan, bûye cihê herî kûr yê lêgerîn û şênberbûna berxwedêriyê. Li ser xwezaya wê ya ewqas bi bereket, serpêhatiyên gelek lehengan hatiye neqişkirin û bûye bîr û baweriya pêşeroja gelê Kurd. Yek ji van serpêhatiyan jî jiyana şoreşger ya rêheval Cemîl Alturk ango Qasim Pîran e ku di sala 1977 de li gundê Pîran a girêdayî Qilaban di nav malbatek welatekparêz û têkoşer de çavên xwe li cîhanê vedike.

Rêheval Cemîl di nava xwezayek ewqas bi bereket de û rûxmê hemû êrişên dijmin yên bişavtinê jî bi heqîqet û têkoşîna doza Kurdewarî tê mezinkirin. Mîna hemû zarokên Kurd heval Cemîl jî tama xweşiya gundê xwe jiyan nekir û her roj şahidî ji êrişên dijminê xwînxwar re dikir. Roj nebûn ku dijmin êrişê gund û malbata wî nekira. Her carê ferdên gund û malbata rêheval Cemîl digirtin û di êşkenceyan re derbas dikirin. Ev yek kînek mezin di dilê wî yê biçûk de çêdike. Di wî temenê xwe yê biçûk de jî ji bo malbata xwe dibêje ‘divê yek ji malbata me beşdarî tevgera azadiyê bibe ew yek jî ezim. Ji bo doza vê neheqiya li ser gelê Kurd divê ez beşdar bibim.’  Ji ber ku li gund dibistan nîne rêheval Cemîl dibistanê naxwîne. Rêheval Cemîl kesek dilnizim û fedekarbû. Bi fedekarî ji bo kesên hewcedariyê alîkariyê ne, bê beranber alîkarî dida herkesî. Di wî temenê xwe yê biçûk de berpirsyariya xwe ya li beranberî malbatê dizane û karê şivantiyê dike û li kêlaka wî jî, çi kar hebûya xwe berpirsyar didît. Heval Cemîl kesek bi cesaretbû ku ti carî neheqî ne li beranberê xwe, ne jî li beranberî kesekî qebûl nedikir. Heqîqet çiye dizanibû û diparast. Rêgezê wî diyar bû, bi kar û nêrînê xwe ve cihek wî yê girîng di nava malbat û eşîrê de hebû. Belê dem hatibû ew gotina rêheval Cemîl ku digot divê yek ji malbatê beşdar bibe ew jî ezim. Dem ew dem bû ku rêheval Cemîl ji malbatê re bêje dem hatiye divê ez beşdar bibim û xwatirê xwe ji malbatê dexwaze û berê xwe dide çiyayên azad. Belê sal 1989 bû rêheval Cemîl bibû gerîlayek ji wan gerîlayên li ser rêya heqîqetê û di her lutkeyên welatê xwe de têkoşîna xwe ya mafdar wê bê dawê bikiraba.  Di demek kin de di çarçoveya bîrdoziya Rêbertî de xwe di hêla jiyana azad û leşkerî de pêşdixe û her wiha xwe fêrî xwandin û nivîsînê dike. Bi girêdanbûna xwe ya ji bo her hevalek xwe dibe mînaka jiyana rast. Temenê wî biçûk bû lê bîr û baweriya wî wekê deryayekê bû. Evîndarê welatê xwe bû heta kilêyên dawiya jiyana xwe, li ser pîrdoziya heqîqetê têkoşîna xwe dide meşandin. Dibe parêzvanê doza gelê xwe. Rêheval Cemîl ku di her karekî de bi fedekarî û bê dudilî tevdigerya, bi cesaretek mezin di çeperên pêş de cih digirt û di sala 1990 de li Şemzînan dema çalekî li ser qereqolê dikin, di operasyona xiyaneta çeteyan de bi sê hevalên xwe re digijin karwanên nemiran.  

Belê rêheval Cemîl di jiyana xwe ya şoreşgerî de duh, îro û siberojê di bedena xwe de dihewand û vediguhest. Bi wateyeke din heqîqetê zindî dihêle. Ev heqîqet bu malê gelê Kurd ku bi hezaran ewladê vî welatî li ser vê heqîqetê meşyan û heta roja îro jî dimeşin.  

 

 

 

 

 

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar