Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê şehîdên perwerdeyê hatin bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya şehadeta Fermandarê PKK’ê Mehmed Karasungur hemû şehîdên qada perwerdeyê hatin bibîranîn.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi boneya şehadeta yek ji fermadarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Mehmed Karasungur ku di 2’yê Gulanê 1982’yan de şehîd bû, şehîdên qada perwerdeyê hatin bibîranîn.

Merasîm bi amadebûna tevahî malbatên şehîdên perwerdê û mamostayên wargehê li Salona Konferansê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Mamosta Cemîl Kara axivî.

Cemîl Kara di destpêka axaftina hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê di kesayeta Şehîd Mehmed Karasungur de bibîranîn û wiha got: “Şehîdên me tenê tişetekê ji me dixwazin ew jî bilind kirina alan wan ya di nîvî de mayî ye. Em bi pêkanîna armanca û daxwazên şehîdên xwe dikarin xwe bigihênin şehîdên xwe. Em soz didin şehîdên Azadiya Kurdistanê emê heta dawî li pey rêça wan bin.”

Piştî axaftina Mamosta Cemîl belgeyên Şehîdên Perwerdê yên Îsal hatin dayîn malbatên wan.

Herî dawî têkildarî jiyan û têkoşîna şehîdên perwerdên wargehê sînevziyonek hat temaşe kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar