Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 58’an didome

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 289’an û de bi koma 58’an, bi biryardariyek mezin dom dike.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 289’an de bi koma 58’an berdewam dike.

Dewirgirtina çalakiyê li Komîteya Malbatên Şehîdan a wargehê bi kombûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 57’an Yusuf Gundikî axivî.

Yusuf Gundikî diyar kir ku ev 38 mehe ti agahî ji Rêbe Apo nayê giritin, divê em hemû li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin, ev erka me hemûyane û wiha got: “Serokê me hebûna me ye, Serokê me rûmeta me ye, eger em li Serokê xwe xwedî derbikevin em li xwe, gelê xwe û gerîlayên xwe xwedî derdikevin. Em rojane dibînin tehemûla dijmin ji bo şehîdên me nîne, ji bo hestiyên şehîdên me nîne. Weysî Aktaş yê ku di zindanan Îmraliyê de ku cezayê wî xilas jî bûye lê ji bo neyê berdan salek dirêj kirine. Em li vêderê bang li gelê Kurd û gelê xwedî wijdan dikin ku em çalakiyên xwe xurt bikin daku em tecrîdê bişkênin û Serokê xwe û Kurdistanê azad bikin.”

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar