Jina ciwan Sukar Silêmanî diyar kir ku dirûtina cilê Kurdî xeyal wê yê zarokatiyê ye û wiha got: “Ev kar xewêna min yê zarokatiyê bû. Hîn zarok bûm min dixwest cilan bi dirûm. Lê ji ber xwendinê dayîka min ne dihişt ez karê dirûtinê bikim.”
Navenda Nûçeyan
Di
roja me ya îro de jinên Kurd di hemû aliyan de xwe pêşdixin û ji bo pêşketina
xwe, di nava xebatê de ne. Li ser vî bingehî jî jinên Başûrê Kurdistanê li rûxmê
astengiyên civakê jî ji bo xwe bixwe li ser lingên xwe bigirin gelek kargehên
cilên Kurdî û hunera Kurdî vekirine, têde kar dikin û debara xwe ya jiyanê li
ser pêktînin. Yek ji wan jinan jî Sukar Silêmanî ku cil û xişlên Kurdewarî li
bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê çêdike, ji rojnameya me re axivî.
‘Ji
resentiya wê tê dûrxistin’
Sukar
di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku hem ji bo xwe kar dike hem jî
parastina çanda Kurdan dike û wiha got: “Ez hemwelatiya bajarê Silêmaniyê me, navê
kargeha min ‘Sultan Dîzayin’ ne. Di nava vê kargehê de ez cil û bergên jinan bi
taybet jî cil û bergên Kurdî, xişil û kumên nexişkirî yên li ser cilê Kurdî tên
karanîn çêdikim. Min cara destpêkê di sala 2016’an de dema min xwest ez cilek
Kurdî ji bo Newrozê çêbikim, vekirina vê kargehê ket fikirê min. Dema min li
bazarê dît ku li ser cilê Kurdî gelek destkarî tê kirin û ji resentiya wê tê
dûrxistin, min xwest vê xebatê bikim. Heskirina min ya ji karên parastina çanda
Kurdewarî re hebû. Wê demê min biryar da ez kel û pelan ji bazarê bikirim û li
mal dest bi çêkirina cilên Kurdî bikim. Ev kar xewêna min yê zarokatiyê bû. Hîn
zarok bûm min dixwest ez cilan bi dirûm, lê ji ber xwendinê dayîka min ne dihişt
ez karê dirûtinê bikim. Min li zanîngehê beşê peykersazî û şêwekarî qedand.
Gelek kes dibêjin herdû pîşeyên te ji hev nagirin çima karê cûda dikî. Berovajî
wê, herdû pişeyên min nêzî hevin di hemû aliyan de hêsankariyê ji min re
çêdike. Mînak ez dikarim bi hêsanî rengên ku hemahengiyê li gel hev çêdikin
peyda bikim. Dema ez dîzaynekê di fikirê xwe de çêdikim, bi rêya hunera xwe
dikarim bi hêsanî xêz bikim û çêbikim.”
‘Hewldanên
mezin didim’
Sukar di
dawiya gotinên xwe de balkişand li ser zorî û zehmetiyên di jiyan û kar de ku jin
jiyan dikin û wiha pêde çû: “Destpêkê min plana çêkirina kargeha xwe ji bo
hevjînê xwe got. Wî jî dizanî xeyalek min yê zarokatiyê ye. Ji bo wê bi min re
bû alîkar û me bi hev re dest bi amadekirina kargeha ku niha ez têde kar dikim
kir. Bê gûman ji bo jinekê bi rêvebirina mal û kar gelek girane, lê li rûxmê vê
jî ez hewldidim karekê baş bikim û ji bo vê jî hewldanên mezin didim. Min
baweriyek di nava gel de çêkiriye ez dixwazim vê baweriya gel dayî min
biparêzim û karê xwe tim bi serkeftî bi encam bikim.”
0 Yorumlar