
Derketina Rêbertî bû çirûskek ya hêviyê ku gel xwe azad bike. Bi taybet gelê Kurd ku bi hezar salane di nava Kurdistanê de koçber dijîn, bi her cure êriş, bişaftin û zextên dewletê re rû bi rû mayîn, Rêber Apo bû ronahiyek ji bo Kurd û bi taybet jî jina Kurd re. Rebertî bi fikir û ramanên xwe civak ji xewa mirinê ya giran rakir. Kurdên ku bi salane şiyar nebûyîn, şiyarkir. Taybet jî jin şiyar kir. Mafê jinê parast û jin li cewhera wê vegerand. Ji beriya Rêber Apo jin xwedî nasnemeyek weke nesne, paşverû ya ku wek mekineya zarok anînê ya ayde zilam dihat dîtin. Jinek ne tenê di nava komên mirovan de, êdî di nava mala xwe de jî ne xwedî maf bû. Li gel bav, bira û hevjinê xwe nedihat hesibandin. Di aliyê fizîkî de hebû, lê di hêla fikir û maf de nebû. Timî dihat fetisandin û wek nîv mirov dihat hesibandin. Fikirên jinê ti girîngiya xwe nebû. Nedikarî biryaran jî di derbarê jiyanê de bide.
Rêber Apo malbatê weke dewleta biçûk pênase dike. Her cure şidet, zext û êşkence têde heye. Heqaret li jin û keda jinê tê kirin. Rêber Apo li hember van bê mafî û nenaskirina rastiya jinê rabû û ji bo jinan bû hêvî û çavkaniya jiyana azad. Ji ber wê yekê Rêber Apo got, jin azad nebe, civak azad nabe. Girîngiya ku Rêber Apo dayî jinê, ti kesê wisa girîngî nedaye. Ne dewlet ku bixwe dijminê jinane, ne jî ti serokan jin nasnekiriye û ji bo azadiya jinê jî ti xebat nekirine. Rêber Apo ji roja dayîkbûyî heta roja îro, di nava lêgerînan de bû. Di ferqa civakên mirî û bindest de bû û gihişt wê qeneatê ku azadiya civakan di azadiya jinan de veşartiye. Rêber Apo ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo tevahî jinên cîhanê bû kana azadiyê û bû hêviya tevahî jinan. Bi taybet serdema ku em niha têde dijîn ku serdema kapitalîzm jêre tê gotin, bedena jinê difiroşe û wek metayekî digire dest. Bi destê jinê, jinê dide tinekirin û bê rûmet dike. Ev yek bi rêya reklaman baş tê dîtin.
Dema Rêbertî ji dayîk bû û fikirên xwe li tevahî cîhanê belavkir, jinên ku wek daristana hişkbûyî bûn, ji nû ve şîn bûn û civak bi rengên jinê xemilî. Jina Kurd serhildan ji Rêber Apo fêr bû. Jina Kurd bû siyasetmedar, gerîla, şervan, fermandar, parlementer û di her qada jiyanê de xwe da hîskirin û da nîşandan ku jina Kurd wêrek û zîrek e. Rêber Apo di destpêka avakirina partiyê de got, pewiste jin nasnameya xwe ya civaka xwezayî ji nû ve nasbike. Jina ku civak afirandî pewîste ji bin zilma hişmendiya zilaman bê rizgarkirin. Jina ku peşengî ji civaka xwezayîre dikir, divê di serdema em niha jiyan dikin de jî wisabe. Bi vê yekê jin êdî xwe bixwe ket lêgerîna rastiya xwe û got ez li virim û ez heme. Her wiha jina Kurd got, ezê di derbarê xwe û civaka xwe de biryaran bidim.
Çawa ku Rêber Apo xwedî li jinan derket, di roja me ya îro de jî jin bi heman şêwazê xwedî li Rêber Apo derdikevin. Jin bê Rêber Apo nabe û loma niha li her derê di bin pêşengrtiya jina azad de, çalakî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tên li darxistin. Her wiha xwedî derketina jinan ya li Rêber Apo, erka her jinekê ye. Divê jin hêza xwe bike yek û Rêber Apo bi fîzîkî ji wê giravê rizgar bike.
Nûdem Seyhan
0 Yorumlar