Ticker

10/recent/ticker-posts

Meclîsa Gel a Mexmûrê ji bo dost û aliyên siyasî yên deverên derdor xwarina fitarê da

Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Mexmûrê xwarina fitarê da dost, aliyên siyasî û endamên eşîrên dewrûberê Navçeya Mexmûrê.

Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo xurtkirina têkiliyên xwe yên dostaniyê bi hatina meha Remezana Şerîf re dost, aliyên siyasî û endamên eşîrên dewrûberê Navçeya Mexmûrê ji bo xwarina fitarê vexwend.

Xwarina fitarê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna Endamên Partiyên siyasî, endamên eşîrên herêmê û Hevberdevkên Saziyên navçeya Mexmûrê hat dayîn.

Herdû aliyan jî kêfxweşiya xwe li beramberî hev dan diyar kirin û gotin wê hevdîtin û têkiliyên wan berdewam be.

Yorum Gönder

0 Yorumlar