Bersivên Gel:
-Asteng
kirin.
-Pêşiya
ramanê girtin e.
-Rê
girtina tiştên erenî û nerênî ye.
-Hindek
caran pêwîstî ye.
-Zagoneke.
-Nixûmandin
e.
-Parçekirin
e.
-Qedexekirin
e.
-Pêşî lê
girtin e.
-Tiştên ne
li gorî xwe qedexkirin e.
-Reş kirin
e.
-Veşartin
e.
-Şêlobûn e.
-Asteng
kirina weşanê ye.
Têgîna peyva ‘Sansûr’ digihêje heta
çaxên Berî Mîladê û paşê bi tevlîbûna wê ya karê dewlet û civakê re heta roja
me ya îro bi rengê xwe yê herî hişk û nerm tê pêşiya mirov. Bi taybet jî di
warê fikir, raman û azadiya derbirînê de. Eger em mînakek bidin, em ê qala
serdema beriya mîladê bikin û ji wir bi rê bikevin. Cara ewil yek ji mînakên
herî hişk a ‘Sansûrê’ dema Împaratoriya Çîn demê Qîn Shî Hûang Beriya Mîladê
210’an. Di serdema vî împaratorî de bi taybet pêkanînên herî hişk li ser pirtûk
û ramanê dihate pêkanîn. Eger em qala yek ji mînakên din a balkêş a di dîrokê
de bikin, teqez wê pêvajoya civaka Fîlozof Sokrates li nav dijiya be. Sokrates
ji ber raman û rexneyên xwe hate sêdaredan. Têgîna ‘Sansûr’ ku koka xwe ji
Latînî digre, dema împaratoriya Romayê jî dîsa xurt derketiye pêş. Vê demê di
nava dewletê de mehmûrên ku jêre (cansor) dihatin gotin di asta jor de hatine
erkdar kirin li gel ku bi karê nifûs û bacê ve mijûlbûn hemwext, di nava civakê
de bi erka kontrolkirina helwestên civakî jî rabûne. Em hinek mînakên ji dîrokê
mayî, bi were parve bikir. Eger em bê roja îro em ê bibînin ku di her warê
jiyanê de ji axaftinê bigire heta nivîsîn, rabûn û rûniştinê hatine
sansûrkirin. Dewlet û hikûmetên ku destê xwe avêtine noqa civakê, nefes li
civakê hema bêje çikandine. Di hemû cihan de qedexe û sansûr danîne. Sansûr jî
herî zêde di qada weşanger û ramanê de derdikeve pêşiya me. Îro li hemû deverên
cîhanê ev yek tê kirin. Bi taybet li Tirkiyeyê di asta herî jor de ye. Hema
bêje temamî çapemenî û weşangeriyên nivîskî û dîtbarî yên ne bi gotina dewlet û
desthilatê ne, stuyê wan ber kêrê û sêdarê ne. Nimûneya vê ya her şênber bi
sedan rojnamegerên Kurd ên li ser rêya heqîqetê ji ber qirêjî û gemariya
dewletê kifş kirine bê sedem dîlgirtîne. Ji xwe weşan û ramanên siyasî hema
nefesê digre. Ya balkêş jî ev hevrikiya ‘Sansûr’ û ramanên serbest tim heye û
sansûrê nekariye pêşiya ramana azad û fikrê cêwaz bigre. Tim cihê rengî û
weşangeriya muxalîf û heqîqî dibe asteng, lê belê nemaye di bin nîrê ‘Sansûrê’
de. Ji ber vê ye ku helwesta civakê ya li ber sansûrê û dîsa azweriya weşanên
muxalîf a di valaderxistina ‘Sansûrê’ de tim diyarker bûye. Ango cesaret û
berxwedana ji bo gihandina dengê cêwaz û derveyî desthilatê rêya sêyemîn tim
nîşandaye. Her çendî têkoşîna vê tê dayîn jî, desthilat û dewletên otorîter ji
bo heqîqet neyê zanîn bi sansûrê têr nebe û ji ber xebatên şikandina sansûrê jî
cezayên jêveger hatine dayîn û heta ji bo temamî pêşiya vê bigre bi salan
zindanîkirin û kuştinê jî çûye. Dewlet bi rêya sansûrê mafê gihandina agahî û
zanyariyan a civakê asteng dike û li gel wê civakê bi weşanên xwe jehrî dike û
rastiyan berovajî dike. Di vê mijarê de ku mînakek şênber bidin wê dîsa dewleta
Tirk be. Taybet weşanên xwe yên şerê taybet dixwaze ne tenê sansûrê heman demê
bi sansûra li ser weşanên muxalîf, agahî û propagandaya xwe bike, civakê û kesî
ji rê derxîne. Ev yek taybet kesên bijare û weşanên bi devê dewletê tên kirin.
0 Yorumlar