Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê 4’ê Nîsanê bi kelecanek mezin hat pîrozkirin

 Li Wargeha Mexmûrê 16’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji bo rojbûna Rêber Apo tê lidarxistin, bi pîrozbahiyek mezin bidawî bû.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 16’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin bi pîrozbahiyek mezin bidawî bû.

Pîrozbahî li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê, bi tevlîbûna hezaran xwendevan û gelê wargehê, ji danê sibehê destpê kir û heta derengiya şevê berdewam kir.

Di pîrozbahiyê de axaftin li ser wate û girîngiya rojê hat kirin û piştî wê koma koroyê ya dibistana dayikê hatin ser dikê û bi wê re paste hat birîn.

Piştî birîna pasteyê koroya xwendevanên dibistana navîn bi stranên xwe şahî geş kirin û li pey wê pêşbirkên dengbêjiyê hatin destpêkirin. Her wiha li dûv vê pêşbaziya werzîşî yên dibistana seretayî yên wek torbe, hêk, meşa mêrû û mast hatin leyîstin.

Bernama pîrozbahiyê bi pêşbirkên govendê ya dibistanên seretayî berdewam kir.

Piştî pêşbirkan hunermend Îbo Qamişlo derket ser dikê û bi stranên xwe coş da şahiyê û gel rabû ser lindan û rojbûna Rêber Apo pîrozkirin. Piştî wê koma muzîkê ya Şengalê hatin ser dikê û bi starnên xwe deng dan şahiya wargehê.

Herî dawî jî pêşbirka zanistî ya dibistanên Navîn hatin pêkanîn û yekemînên pêşbirkan hatin xelatkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar