Ji bo mirov bikaribe rewşa jinê baş fêhmbike û bûyerên îro di civakê de diqewimin bibînin, pêwîstdike ku zorî û zehmetiyên ku di tevahiya dîrokê de jiyankirine bizanibin. Di tevahiya dîroka desthilatdariyê de hêzên ku li Kurdistanê ne, xwedî hêza dagirkerî û serweriyê hertim ji holê rakirin û tinekirina Kurdan kirin armanc. Li himber van hêzên zordest jinan ti caran ev yek qebûl nekiriye û her tim bi bawerî û helwesta xwe kariye xwe biparêze. Ev jî ji bo bikaribin nirx û çanda xwe biparêzin, rastî van bêmafiyan hatine. Bi hezaran sal jin ne rêxistinkirî hat hiştin, ji bo derbazkirina vê rewşê sekna li himberî pergala desthilatdar hertim bûye mînak. Di hemû aliyên jiyanê de astengkirin û destûr nehat dayîn ku jin di vê pergalê de cih bigire. Sedemê ewqas bi dijwarî serdeçûyîn jî dizane eger jin xwe nasbike, bigihin rastiya xwe, ji tiştên ku bikin ditirsin. Di roja me ya îro de jinên Kurd bi ti awayî li beranberî sîstema tecawîzkar ya bi aqilê zilam hatiye avakirin, serî ne tewandiye û têkoşîn dane meşandin. Bê gûman bi biryardariya xwe kariye di aliyê maf de gelek tiştan bidest bixin, lê ev têrê nake ku êdî pêwîstî bi têkoşînê nebîne. Ji ber ku di roja îro de pirsgirêkên jinan pir zêde ne, sedemên civakî, siyasî, aborî û rûhî her ku diçe kûr jiyan dikin. Ev jî pêwîste di kîjan astê de berxwedan were kirin diyar dike. Di hemû şerên tên kirin de jî derdikeve holê, dema serdikevin êrişkirina ser jinan ji xwe re maf dibînin. Ji ber ku herî zêde zorî û zehmetiyên ku di encama pevçûnan de çêdibin, para herî mezin jin dibînin. Têkoşîn û tûndî dû têgehên di nava hev dû de pêşdikevin in. Mirov dikare bêje têgeha tûndiyê çavkaniya xwe ji dîroka fermî digire û hebûn û xwebûna xwe jî li ser vê pêktîne. Hêza ku desthilatdariyê li ser piyan digire ew hêza zordariyê ye. Di roja me ya îro de ev weke diyardeyekî cîhanî û gerdûnî tê dîtin. Li gorî sîstema cîhana me ya îro ev rêje her ku diçe zêdetir dibe û weke nêzîkatiyekî asayî tê dîtin. Têkoşîna li dijî tûndiyê di ti serdemên dîrokê de nîne û gelek jinên bi nirx ku di dîrokê de têkoşîn û berxwedan ji bo mafê jinan kirine hene. Di derbarê jiyan û têkoşîna gelek jinên Kurd de pir kêm zanyarî heye, ji ber wê pir kêm behsa wan tên kirin. Di gelek cihan de jî qet nayên behskirin. Lê wek ji nivîsên heyî jî tê xuyakirin ku her yek ji wan xwedî hêz, bawerî, têkoşîn û wêrek bûn. Bi ketina sedsala 21’emîn re bi saya pêşengtiya Rêber Apo derfetekî mezin ji bo azadiya jin û rastiya civakî ya gelê Kurd hatiye avakirin. Bi saya partiya me ya azadiyê û bi sekna xwe ya rêxistinkirî di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de jina Kurd êdî weke pêşeng tê qebûlkirin. Ev pêl dihêle ku qada jiyanê û hilbijêrkên jinan hîn berfirehtir bibin. Nasnameya alternatîf ya jinbûn û zilambûnê di afirîne. Ji aliyê din ve jî têkoşînekî bi zanebûn a jinên rewşenbîr yên ku îlhamê ji têkoşîna jinên Kurd digirin heye. Ji bo em qirkirina civakî ya ku îro tê meşandin fêhm bikin, têgihiştina zanînên civakê şerte, ji ber ku têgihiştina civakê hêzekî mezin avadike. Têkoşîna ku di hemû pêvajoyên dîrokî de heye pêwîstî bi vê dibîne. Ji ber ku di civakî kirina nirxên di encama êrişên pir mezin de çêbûne beşa herî mezin ya rastiya jin û civakê pêktîne. Gelek girînge ku ev cesaret were nîqaşkirin, ji ber ku bersiva bingehîn ya ku ev çawa, ji çi çavkaniya xwe digire û çima nikare astengiyan derbaz bike? Bi derbazkirina van pirsan derfet ava dike. Di pêvajoya ku em têde jiyan dikin jî yek ji pêwîstiya herî lezgîn ya tevahiya mirovahiyê ye. Ruh û aqilê jin divê êdî li ser jiyanê bandor bike yan wê ev jiyan bi dagirkerî, biçûkxistin û tinebûnê re rû bi rû bi mîne. Sekinandina vê jî gava lezgîn ya derbazkirinê ye. Ji ber ku di serdemekî pir dirêj de jinan karîne pergala civakî rêxistin bikin, ava bikin û bidin meşandin. Jinan kariye di vî şêweyê avakirinê de dad, edalet û bereketê serdest bikin. Ji ber ku cîhana îro ezyetê dike, pêwîstî bi xwe gihandina nirx û pîvanên rastiya civakî û weke taybetiyekî yê parastina hebûna xwe dibine.
HÊLÎN
KARA

0 Yorumlar