38 mehin deng ji Îmraliyê nayê. Gelo çima roj bi roj tecrîd li Îmraliyê tê girankirin? Sedem çiye ku tirsek ewqas mezin ji dengê ku ji Îmraliyê bê heye? Ger deriyê Îmraliyê bê vekirin wê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn rewş çawa be? Pirsên girîngin ku mirov li ser lêkolîn û analîzan bike. 26 salin Rêber Apo bi komployek navdewletî bi awayek fîzîkî ji gelê Kurd hatiye dûrxistin. Ev dûrxistina fîzîkî ti caran nebûye sedem ku gelê Kurd ji fikir û felsefeya Rêber Apo dûrbikeve. Rojên ku em têde derbaz dibin, rojên dîrokîne ku dikarim bêjim her roja ku diçe ji destê me diçe. Qeyranên aborî, civakî û siyasî ku di Rojhilata Navîn de em jiyan dikin, hemû bingehê xwe ji sîstema tecrîdê ya ku li ser civakê tê pêkanîn digire. Ji ber ku îro di kesayeta Rêber Apo de tevayî gelên Rojhilata Navîn tê tecrîdkirin. Gel jî, ji bêpar hiştina ji dengê Rêbertî re tê sezakirin. Ji ber bihîstin û pêkanîna her gotinek ya Rêber Apo dibe sedem ku mirov rastiya dewletê bibîne û xwe ji sîstema kapîtalîzmê rizgarbike.
Dewletên hegemon, fikrên Rêbertî dixwînin û
dişopînin. Ji bo wê ew jî baş dizanin ku Rêbertî alternatîfeke ku civak bikare
li ser xaka xwe jiyana xwe di nava aramiyê de bi hev re jiyan bikin. Her wiha
ger civak bi hev re di nava aramiyê de jiyan bike, şer û qeyranên di roja îro
de wê xilas bibin. Ji ber avabûna
dewleta herî biçûk heta roja me ya îro, ev sîstema desthilatdar hîmên xwe li
ser esasê qirkirina civakê daye pêkanîn. Ji bo metirsiya tinebûna xwe ji holê
rakin, serî li rêya tecrîdkirina gel û Rêbertî didin. Lê wan ji bîrkiriye ku
Rêbertî di nava ruh û canê me de ye.
Bi berxwedana gelê Kurd ya di bin pêşengtiya
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, gelê Kurd ji dagirkeran re bi awayek vekirî
dibêje, di Rojhilata Navîn de bêyî Rêbertî hûn nikarin guhertinan pêkbînin. Di
vê pêvajoyê de, îro ji neçarî dewletên hegemon serî li her rêyên qirkirinê yên
tinekirina hêza gelê Kurd dide. Îro di navnetewî de gelê Kurd mîna hêza sereke
ya di Rojhilata Navîn de tê dîtin. Ji bo wê êrişên li ser Herêmên Parastina
Medyayê zêde dikin, çekên qedexekirî bikartînin, xwezaya Kurdistanê talandikin,
gel ji gundên wan derdixin û çavkaniyên jiyanê yên li Rojavayê Kurdistanê hedef
digirin.
Bi girankirina tecrîdê re dixwazin gel fêrî
bê Rêbertî bikin û ji bo ku bikarin temenê desthilatdariya xwe li ser civakê
dirêjtir bikin gel ji fîkirên Rêbertî bêpar dihêlin. 38 mehin ji bilî
daxuyaniyên ku “me 6 meh cezayê disiplînê” dirêj kir û bi parêzer û malbatê re hevditin
nayê kirin, ti agahiya me ji girava Îmraliyê nîne. Her roja diçe metirsiyên li
ser jiyana Rêber Apo zêde dibin, ji ber hem şert û mercên girava Îmraliyê, hem
jî di nava van 38 mehan de agirên li giravê rû dayî, erdhejên bi pileyên mezin
rû dayî û temenê Rêbertî ku ne li gorî şert û mercên girtîgeha Îmraliyê ye, di
mirov de gûmanan ava dike. Dewletên desthilatdar dixwazin bi rêbazan Rêbertiya
me bi awayek fîzîkî ji me qut bike. Divê em gel li beramberî van kiryaran
bêdeng nemînin. Pêwîste em ji bîrnekin ku ew hêza gel a ku dikare pêşî li
tecrîdê bigire heye. Bi mînakên şênber yên herî dawî, tevayî cîhanê bi çavên
xwe şahidî ji vê hêza gel re kirin. Wekî dema çeteyên DAIŞ’ê êriş birî li ser
Kobanê gel ji her derî ve bi taybet ji Bakûrê Kurdistanê ve bi yek daxwazê li
dora Kobanê bûn yek. Di hilbijartinên herî dawî yên şaredariyên li Bakûr û
Tirkiyeyê de, di pêşengtiya gelê Wanê de carek din îradeya gel ser ket. Ji bo
şikandina tecrîda di kesayeta Rêbertî de li ser me tevan tê pêkanîn, divê em
yekgirtina xwe û rêxistinkirina xwe xurt bikin û bi yek dengî bersiva tecrîdê
bidin. Ji bilî wê ti çareserî û rêyên din ji me re nîne.
Ji bo ku em azad jiyan bikin, divê em
destpêkê Rêberê xwe bi awayê fîzîkî azad di nava xwe de bibînin. Ev jî bi şerê
gelê şoreşgerî, hevgirtina gel, rêxistinkirinek rast û îradeyek ji polayî
gengaz dibe. Ji tecrîdê re bêdeng mayîn dibe hevkariya vê sîstema qirêj. Divê
em bang li gel bikin ku nebin hevkarê vî sucî û ji bîrnekin ku saziyên
navnetewî yên wekî mafên mirovan û CPT jî bi bêdengiya xwe hevkariya tecrîd û tinekirina
gelê Kurd dike.
Roza Ava
0 Yorumlar