Ticker

10/recent/ticker-posts

FÎLOZOFÊ KURD DÎNEWERÎ


Dînewerî di navbera salên 815 û 820’an de li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Kirmaşanê ji dayîk bûye. Navê wî yê rastî Ehmed e, Navê wî yê din Ebû Henîfe (Bavê Henîfe) ye, Navê bavê wî Dawide û navê kalikê wî jî Wenand e. Dînewerî Kurdnas, riweknas, stêrnas, erdnas, matematîknas û dîroknasê Kurd e. Kurdnasê herî pêşîn e ku li ser antropolojî, dîrok û nîjada Kurdan xebitiye.

Wenand bixwe li ser dînê zerdeştîtiyê bû piştî Belavbûna îslamê bûye misilman. Dînewerî navê xwe cihê ku lê ji dayîkbûye ji Herêma Dînewerê digre û di 24’ê Tîrmeha 896’an de li Dînewerê wefat kiriye.

Perwerdehî û xebatên Dînewerî

Dînewerî perwerdehiya xwe ya stêrnasî, matematîk û mekanîkê li bajarê Îsfehanê girtiye, perwerdehiya xwe ya fîlolojî û helbestvaniyê jî li bajarê Kufe û Besreyê girtiye. Li Kufeyê li cem Îbn Sikkît ders dîtiye.

Dînewerî piştî perwerdeya xwe a li Kufeyê şûnde li herêmên wek Îran, Iraq, Efxanistan, Filistîn, Sûrî, Belûcîstan û Xorasanê digere û agahiyên ku hîn dibe, di pirtûka xwe ya bi navê Kitabu'n-nebat de berhev dike.

Dînewerî zanistvanê Kurd yê piralî ye, ne tenê li ser qadekê yan du qadan, di gelek qadan de lêgerîn û lêkolîn kiriye û rê daye nîşanî zanyarên dû xwe.

Di warê xwezanasiyê, ajalnasiyê,  zimannasiyê (fîlolojî),  mantiqê  û dîrokê de, berhem nivisiye. Her waha di warê erdnîgariyê, astronomiyê, meteorolojiyê, matematîk û mekanîkê de berhem nivîsiye û ev berhemên wî ji alî zanyarên mezin ên dû wî weke çavkaniyên herî bi bawerî hatine bikarhanîn. Di heman demê de avakarê îlmê qethiyetê ye. Di nava misilmanan de weke "Bavê xwzanasiyê" hatiye bi navkirin. Ji ber ku bi piralîbûna xwe bala gelek zanyarên biyanî kişandiye, gelek zanyarên biyanî li ser lêkolîn kirine. Li Ewrupayê di derdora zanistî de weke "Dehayê Kurd" tê naskirin.

Dînewerî di derdorê sala 850’an de ji bo xebatên xwe yên li stêrknasiyê çavdêrî ava kiriye û dused sal ev çavdêriya wî hatiye xebitandin. Ebdurehman Sûfî di sala 946’an de tê Dînewerê diğere, çavdêriya Dînewerî dîtiye lê piştî êrişên mongolan ev çavdêrî bi temamî hatiye xirabkirin. Bîrûnî bi xebatên Dînewerî ên li ser stêrknasiyê pir bawer kiriye.

Di Serdema zêrîn a îslamê de gelek pirtûk li ser zanist û dîrokê nivîsandiye. Pirtûka wî ya herî bi nav û deng "Kitab el-Nebat" (Pirtûka riwekan ango xwezanasiyê) ye.

Her çiqas pelên wî negîhîştibin wexta me jî, Dînewerî 13 cîld jî tefsîra Quranê nivîsiye. Yaqût Hemawî (1179–1229) ji bo tefsîra Dînewerî gotiye: "Pêşiya wî ti kesî weke Dînewerî baş Quranê tefsîr nekiribû".

Xebatên wî yên li ser Kurdan

Dînewerî bûye yek ji zanyarên yekem ku li ser dîrok û antroplojiya Kurdan lêkolîn kiriye û pirtûkeke bi navê "Ensab el-Ekrad" (Jêdera Kurdan) nîvîsandiye. Di vê berhema xwe de ji dîrokên kevnar heta roja xwe, bav û kalên Kurdan girtiye dest. Dîsa di dîrokê de yekem car wî nexşeya Kurdistanê xêz kiriye. Navê Kurdistanê di nexşeya xwe de bikaraniye. Her çiqas ev berhema wî negihiştîbe roja me jî, di gelek berhemên dîroknasan de behsa vê berhemê dikin. Ji ber vê xebata wî ya li ser Kurdan Dînewerî wek Kurdologê herî mezin û pêşîn jî tê qebûlkirin.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar