Ticker

10/recent/ticker-posts

Malbatên Gerîlayan: Çekên qedexekirê li dijî Kurdan rewa tê dîtın!

Malbatên gerîlayan ên Mexmûrê bikaranîna çekên kîmyawî yên ji aliyê dewleta Tirk ve li ser gerîla û xwezaya Kurdistanê tê barandin şermezarkirin û bang li gelê azadîxwaz û OPCW kirin da ku li dijî van sûcên şer bibin xwedî helwest û bikevin tevgerê.

Armanc Herekol




Wek tê zanîn dewleta Tirk ji bo ku binketina xwe ya li hember gerîla veşêre, bi hovane êrişî Kurd û Kurdistanê dike. Yek ji hovîtî û sucê şer ên ku bi salane pêktînin û hemû cîhan jê re bêdenge, bikaranîna çekên kîmyawî û bombeyên taktîk nukleerî ne. Di van rojên dawî de carekdin çekên qedexekirî yên dewleta Tirk ku li dijî gerîla û xwezaya Kurdistanê bikartîne, ket rojeva çapameniya azad.

Wek tê zanîn bikaranîna van çekan di hêla zagonên navdewletî de sûcê şere. Lê wek gelê Kurd dibêje, dema mijar dibe Kurd hemû suc rewa tê dîtin, wek mînak, bikaranîna çekên qedexekirî û tecrîda li ser Rêber Apo.

Têkildarî bikaranîna çekên qedexekirî, malbatên gerîlayan ên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn bertekên tûnd nîşanî bêdengiya heyî dan!

‘Dîrok tê nivîsandin’

Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan û dayîka şehîd û şervanekî Sarya Marînos di destpêka axaftinên xwe de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wan PDK’ê bi tûndî şermezar kir û got: “Em van êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistan û gerîlayên me bi tûndî şermezar dikin. Şer û berxwedana ku niha li Herêmên Parastina Medyayê tê kirin, ne ji rêzê ye û dîrokek li wir tê nivîsandin. Ji ber ku dijmin bi hemû hovîtî û çekên xwe yên giran û qedexekirî ve, êrişî gerîlayên me dike. Lê dijmin nekariye yek gavê jî di pêş de were. Ev yek jî ji ber têkoşîn û berxwedana zarokên me ye.”

‘Ji bo Kurdan tê rewa kirin’

Dayê Sarya di nava axaftinên xwe de bal kişand li ser sucên şer ên dewleta Tirk dike û bêdengiya li hember van sucên şer û wiha nirxand: “Dewleta Tirk di şerê li dijî Kurdan de sucê şer dike. Ji qetilkirina jin û zarokan bigire û heta bikaranîna çekên qedexekirî. Dewleta Tirk kîmyasalê li dijî zarokên me bikartîne û ev yek belgekirî ne. Li hemû cîhanê ev çekên kîmyawî qedexene, lê dema mijar dibe Kurd, wek her tiştî rewa tê dîtin. Hemû sazî û dezgehên qaşo dijî bikaranîna çekên qedexekirî ne, çavên xwe li me digire. Ev çekên qedexekirî ku dewleta Tirk li dijî me bikartîne, li welatekdin hatiba bikaranîn, wê niha cîhan rabibuya ser xwe.”

Ji xiyanetê re bêjin na!

Herî dawî Dayê Sarya Marînos behsa hêza gerîla kir û anî ziman ku ti caran jî dijmin nekariya gerîyalan têk bibe û bi van peyaman dawî li axaftinên xwe anî: “Gerîla şer dike û divê em jî bibin alîkarên wan. Ev cerdevanên ku tên şerê gerîla dikin, divê bên cezakirin û malbatên wan pêşiya wan bigire. Divê gelê Başûr jî li dijî Mala Barzan rabin û nehêlin hevkariya dagirkeran bikin. Em bang li tevahî gelê xwe dikin ku li dijî hemû êrişan bibin xwedî helwest û pêşî li xiyanet û xwînmijan bigirin.”

‘Bêdengî hevkariye’

Her wiha welatiyê bi navê Ezîz Koçer ku ew jî yek ji malbatên gerîlayane di serî de berxwedana gerîlayan bi dil û can silav dike û wiha dibêje: “Ev bi salane, gerîla bi hêza xwe ya ji vîn û baweriya wan pêk tê, li dijî dagirkeriyê li berxwe didin. Dewleta Tirk bi hêza ku ji NATO’yê digire û bi tang, top û çekên xwe yên qedexekirî êrişî Başûrê Kurdistanê û gerîlayan dike. Çekên qedexekirî li Herêmên Parastina Medyayê tê bikaranîn û ev yek suce. Kesên ku li hember van çekan bêdengin, hevkariyê dikin!”

‘PDK bûye cerdevanên Tirkan’

Koçer di berdewamiya axaftinên xwe de îşaret bi xeta xiyanet kir û ev tişt bilêv kirin: “Niha PDK bi hemû hêza xwe ve di xizmeta dewleta Tirk de ye. Cerdevan ji Bakûr tên û li dijî gerîla şer dikin. Ev yek xiyanete û dijmin dixwaze Kurd bi destê Kurdan bide kuştin. Ev yek ji wan re nayê qebulkirin. PDK jî cerdevanên dewleta Tirk e. Ji ber ku kiryarên wan hemanin.”

Herî dawî Ezîz Koçer bang li welatparêzên her çar parçeyên Kurdistanê kir da ku li dijî xeta xiyanetkar û dagirker bibin xwedî helwest û yekitiya xwe avabikin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar